12:29 24 Çile 2018
Zindî
    ENKS-Rojava

    'ENKS li dijî biryara Dijberiya Sûriyeyê ye'

    © Foto: Public Domain
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê ENKSê di nava Îtilafa Dijbereya Sûriyeyê de Şelal Gedo ragihand ku du biryarên girîng di derbarê kongreya Soçîyê de hatine dan.

    Îtilafa Dijbereya Sûriyeyê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê civiya û rewşa navxweyî ya Sûriyeyê û dijbereyê, mijara lidarxistina kongreya Soçî ji aliyê Rûsyayê ve jî nirxand.

    Li gorî agahiyên Rûdawê Nûnerê ENKSê di nava Îtilafa Dijbereya Sûriyeyê Şelal Gedo di derbarê wan her du biryaran de got: "Biryara nebaşdarbûyîna kongreya Soçiyê ku berî du mehan hatibû dan, di vê civînê de jî hate dirêjkirin û li gorî biryarê Dijbereya Sûriyeyê beşdarî di kongreya Soçiyê de nake."

    Gedo herwiha derbarê biryara duyem a Dijberiya Sûriyeyê de jî got: "Dijberiyê li hemberî lidarxistina kongreya Soçiyê ye û Soçiyê wek tiştekê ku pêwîstî pê hebe, nabîne. Her kesekî girêdayî Îtilafê jî eger beşdarî Soçiyê bibe, ew dê ji Îtilafê bêne dûrxistin."

    Nûnerê ENKSê di nava Îtilafa Dijberiya Sûriyeyê de nerazîbûna ENKSê li hemberî vê biryara Dijberiyê anî ziman û got, koma Kurdî ango ENKS li dijî vê biryarê ye û hemahemgiya xwe li gel vê biryarê nîşan nade.

    Bi heman mijarî:

    ENKS: Em hîn jî xalên peymana xwe û TEV-DEMê diparêzin
    ENKS: Pirsa kurdî bêyî PYDê çareser dibe
    PDK dixwaze ENKS beşdarî hilbijartinên Rojava bibe
    ENKS: Tirkiye û komên bi ser wê ve, gefên bê sedem li Efrînê dikin
    ENKS kirîza Sûriyeyê li gel berpirsên ewropî gotûbêj dike
    ENKS: Li ser asta navdewletî, tekane nûnerê kurdan em in
    Etîketan:
    biryar, Dijberiya Sûriyeyê, ENKS, Şelal Gedo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de