10:31 24 Çile 2018
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    Topbarana artêşa tirk a ser Efrînê ji nû ve destpê kir

    © AFP 2018/ Bülent Kılıç
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 05

    Topbarana artêşa tirk ya li ser Efrînê ku duhê bi qasê saetek dewam kiribû îro dîsa dest pê kir.

    Dûhê êvarê bi hinceta ku ji aliye Efrînê de bi ser leşkerên tirk ve gule hatine avêtin, hêzên tirk bi ser mewziyên Yekineyên Parastine Gel (YPG) ve top avêtin.

    Topavêtina ku duhê êvarê hat kirin îro ji nû ve dest pê kir. Zêdetirê 40 topan hatin avêtin. Her wiha sewqiyatên leşkerî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin berdewam in. Li or agahiyên ku nû hatin bidesxistin bi dehan wesaîdên leşkerî îro ber bi êvarê gihiştin navçeya Rehanliyê. her wiha gelek mewziyên nû hatine kolanê û berê obusan dane Efrînê.

    Serokomarê tirk Erdogan ragihandibû ku, "Ew dê paqijkirina sînorên başûr ku bi operasyona Mertala Firatê dest pê kiriye, di rojên pêş de bi Efrînê berdewam bikin."

    Bi heman mijarî:

    Şahoz Hesen: Efrîn ne kêmî Kobanî ye
    Artêşa Tirk Efrîn FMê bombebaran kir weşana radyoyê sekinî
    Erdogan: Wê Efrîn jî têkeve nava hevkariya me bi Rûsyayê re
    Li gorî MGKê, Efrîn jî di nav de her cihê ku YPG lê be hedefa meşru ye
    Etîketan:
    Tirkiye, Efrîn, YPG, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de