10:54 20 Hezîran 2018
Şervanên HSDê-Reqa

Serokê Lijneya Jinûveavakirina Reqayê rastî êrîşekê hat

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 02

Hinek kesên nasnameya wan nediyar hewl da ku li Girê Spî Serokê lijneya jinûveavakirinê ya Meclisa Reqayê yê Sivîl Îbrahîm el Hesenî bikujin.

Li gorî nûçeya medyaya herêmî, Serokê Lijneya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Reqayê ya Sivîl Omer Elûşî gotiye ku Hesen bo nexweşxaneya niştimanî ya bajarê Minbicê hatiye veguhestin da ku were dermankirin.

Elûşî derbarê mijarê de wiha got: "duh li dora saet 6ê êvarî, çekdarekî li mala Îbrahîmî çar gule berdanê û guleyek ji wan li pişta wî ketiye lê niha rewşa wî baş e".

Herwiha Elûşî ev hewl wek "tawaneke siyasî" bi nav kir û destnîşan kir ku niha bûyerê tê vekolandin.

Hêjayî gotinê ku Îbrahîm el Hesen berî vê meqama xwe ya niha endamê Heyeta Seokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk(MSD) bû".

Bi heman mijarî:

Rûsya: Di nêz de perava rojava ya çemê Firêt dê ji terorîstan were paqij kirin
Sputnikê, RT û saziyên medyayê yên DYAyê û rojava bandora wan li ser kurdan
PDK dixwaze ENKS beşdarî hilbijartinên Rojava bibe
Şandeya Kurdistanê û şandeya HDPê û KCDê ligel rêveberiya Rojava civiyan
YE ji bo koçberên kurd yên rojava di zanîngehên Kurdistanê de kursiyên xwendinê vedike
Rêveberê PYDKSê: Kurd yekem car li Rojava bi azadî diçin ser sindoqan
Etîketan:
Omer Elûş, Îbrahîm el Hesen, Girê Spî, Reqa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de