14:45 22 Gulan 2018
    hsd-qsd-hsdê

    'Amerîka dê herêmên HSDê ji aliyê dîplomasî ve nas bike'

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 100

    Amerîka dê wan herêmên rojhilatê Firatê yên ku HSDê wan kontrol dike ji aliyê dîplomasî ve nas bike.

    Tê pêşbînkirin ku Washington di demên pêş de dê havên berbiçav biavêje da ku wan herêmên di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) de yên li rojhilatê Firatê ji aliyê dîplomasî ve nas bike.

    Li gorî nûçeya Eşerq el Ewsetê, rayedarekî rojavayî payebilind ragihandiye ku birêveberiya amerîkî dike ku stratejiyeke nû ji bo Sûriyeyê diyar bike û wiha gotiye ku "îşareta berbiçav" ya pêşî ji aliyê James Mattisî ve hatiye gava wî got ku dê dîplomatên  bişînin herêmên "Hêzên Sûriyeya Demokratîk" ji bo li gel leşkeran bixebitin."

    Herwiha Washington piştî DAIŞê, dê encûmenên herêmî xurt bike û binesazî, xizmetguzariyê qayim bike û herêmê ji nû ve ava bike.

    Li gorî nûçeyê, Amerîka dê hêzên asayîşê perwerde bike, parastinê dabîn bike û baregehên xwe yên leşkerî jî li wir bihêle û herwiha dê ji aliyê dîplomasî ve wê herêmê nas bike.

    Bi heman mijarî:

    Koalîsyon: Em ê alîkariya xwe ya HSDê dewam bikin
    Milîtanan êrişî herêmên rizgarbûyî ku di destê HSDê de ye kir: 14 kuştî
    Pentagon: Em ê xebata bi HSDê re berdewam bikin
    HSDê li Dêra Zorê 8 Kurdên Êzîdî rizgar kirin
    ‘150 çekdarên nêzîkî artêşa Tirkiyeyê bi malbatên xwe re tevlî HSDê bûn'
    ‘Amerîkayê piştgiriya xwe ya bo ASAyê birî, êdî tekane hevpeyman HSDê ye'
    Etîketan:
    HSD, James Mattis, Firat, Washington, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de