12:52 25 Hezîran 2018
Rojava

Daxuyaniya Fransayê wek qebûlkirina 'Kurdistana Sûriyeyê' hatin nirxandin

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 30

Berdevkê Hikûmeta Fransayê Benjamin Griffo du pêncşemê herêma Rojava û Bakurê Sûriyeyê wek 'Kurdistana Sûriyeyê' bi nav kiribû ku ev jî wek pejirandina Kurdistana Sûriyeyê hatibû nirxandin.

Giriffo duh ji radyoya RMCyê ya frensî re axivîbû û gotibû: "eger dezgehên dadweriyê yên li beşên kurdî yên Sûriyeyê, li herêma Kurdistan ya li Sûriyeyê bikarin darizandineke adilane dabîn bikin, wê çaxê dê cîhadîstên frensî li wir werin darizandin."

Rojnameya Kuwyetî El Enbaê, ev daxuyaniya berdevkê Hikûmeta Frensî wek pejirandina Kurdistanê Sûriyeyê nirxand û wiha got: "Di vê demê de ku civaka navdewletî û dewletên herêmî bang dikin ku yekîtiya xaka Sûriyeyê were parastin, Berdevkê Hikûmeta Fransayê Benjamin Griffoyî hinek daxuyanî dan û ew jî wek nîşanekê hat nirxandin ku hikûmeta frensî bi awayekî zimnî wê devera navê Kurdistana Sûriyeyê" lê tê kirin qebûl dike".

Hêjayî gotinê ye ku Griffoyî ev daxuyaniya xwe ji bo darizandina cîhadîstên frensî dabû ku ji aliyê şervanên kurd ve hatibûn girtin.

 

Bi heman mijarî:

Artêşa Sûriyeyê li derdora Şamê êrişî hedefên Nûsrayê dike
Rogozin: Rûsyayê pişta xwe nedaye Sûriyeyê
Birêveberiya bakurê Sûriyeyê bersiva Esadî da: Şerekî nû ye
Peskov: Esad serokê rewa yê Sûriyeyê bû û wisa ma
'Tirkiyeyê hevkarî bi Rojava re bikira, hevdîtinên Sûriyeyê wê li Enqereyê pêk bihatana'
Zaxarova: Hîn hinek leşkerên rûsî li Sûriyeyê ne
Etîketan:
Benjamin Griffo, Fransaü, Kurdistana Sûriyeyê, Kuweyt, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de