13:55 22 Hezîran 2018
Xwepêşandanên Îranê - Xwenedkarên protestoyê dikin

MSDê piştgiriya xwe ji bo gelê Îranê re ragihand

© AFP 2018 / STR
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser xwepêşandanên dijî rejima Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Faik Bulut-Nivîskar
© Sputnik / Sertaç Kayar
MSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, "Hovîtiya rejîma dîktator a Îranê û kûrbûna krîza aborî bû sedema belavbûna xizaniyê. Li hemberî van polîtîkeyan bi hezaran kes daketin qadan û banga hilweşandina rejîma molayan kir. Li dijî xwepêşandanên gel tundî hate kirin, di encamê de sivîl şehîd bûn û bi sedan jî hatin girtin. Rejîma desthilatdar bi navê ol û neteweyê vîna gelên azad têk dibe. Em wekî Meclîsa Sûriyeye Demokratîk piştgiriyê didin serhildana aştiyane ya gel û daxwazên wan ên ji bo azadî û demokrasiyê."

MSDê destnîşan kir ku, "Gelê Îranê bi hemû pêkhateyên xwe, ji hemû ol, mezheb û neteweyan karîbûn şaristaniya herêmê dewlemend bikin û jî cîhanê re xwe hebûna xwe îsbat bike. Rola neyinî ya rejîma Îranê li hember daxwazin gel, her wiha di beşdarbûna wan a di şerê li Sûriyeyê li gel rejîmê, aloziya hundirîn kûrtir kir û ji ber vê yekê hêrsa li hember wê zêdetir bû."

"Cardin em piştgiriya xwe bi daxwazin gelên Îranê û hemû gelên azadîxwaz nîşan didin. Rojhilata Navîn yekîtiyeke dîrokî, çandî, aborî ye, nayê parçekirin. Êşa gelê wê êşa me ye û azadiya wê azadiya me ye."

Bi heman mijarî:

Ruşen Çakir: Li Îranê krîzeke cidî rû bide, em ê navê kurdan zêdetir bibihîz in
KENY ji bo xwepêşandanên Îranê dicive
Ji DYAyê bo qurbaniyên xwepêşandanên Îranê: Hûn nayên jibîrkirin
Pasavanên Şoreşa Îranê hêz şand 3 bajaran
Ryabkov bo Amerîkayê: Mudaxleleyî karên hundir ê Îranê nekin
Etîketan:
xwepêşandan, piştgirî, kurd, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de