16:20 20 Sibat 2018
Zindî
    Mistefa Bali

    HSD: Îdiayên dibêjin 40 milîtanên DAIŞê radestî me bûne, derew in

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berpirsê Çapemeniyê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mistefa Balli ji bo Sputnikê axivî û got, me li Dêra Zorê gel cih ji DAIŞê stendine. Balli derbirî ku ew îdiayên dibêjin li Dêra Zorê 40 milîtanên DAIŞê radestî wan bûne, dûrê rastiyê ne.

    Hikmet Durgun

    hsd-qsd-hsdê
    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Li gorî çavkaniyên ji rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li rojhilatê bajarê Dêra Zorê di navbera DAIŞ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de şerekî dijwar diqewime û hat hînbûn ku çend cih ji destê DAIŞê hatine stendin.

    Ji aliyê li ser medyaya ereban û medyaya civakî hat îdiakirin ku 40 endamên DAIŞê xwe radestî HSDê kirine. Berpirsê Çapemeniyê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balli di derbarê mijarê ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku şerê li dijî DAIŞê berdewam dike û gelek cih ji DAIŞê hatine girtin.

    Balli derbirî ku îdiayên dibêjin 40 milîtanên DAIŞê xwe radestî wan kiriye, rastiyê nîşan nadin, derew in û got, ev îdia tenê ji bo reşkirinê tên kirin.

    Etîketan:
    derew, îdia, DAIŞ, Berpirsê Çapemeniyê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mistefa Ballî, Dêra Zor, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de