19:24 21 Hezîran 2018
Şervanên HSDê-Reqa

Li herêma El Cadîla û El Yezê şerê dijwar: 11 kuştî

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de pêşveçûna xwe didomîne. HSDê du gundên din rizgar kirin.

Şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê ya roja 118emîn de pêşveçûna xwe ya li herêma Dêra Zorê didomînin. Şervan li başûrê rojhilatê Meyadînê du gundên din ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li herêma başûrê rojhilatê Meyadînê di navbera şervanên HSDê û terorîstên DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama şer û pevçûnên dijwar de gundê El Cadîla û El Yez ku 23 kîlometroyan dikeve başûrê rojhilatê Meyadînê hatin rizgarkirin.

Herwiha di pevçûnan de 11 milîtanên terorîst hatin kuştin û obuseke DAIŞê jî kete destê HSDê.

 

 

Bi heman mijarî:

HSDê 8 DAIŞiyên hemwelatiyên Fransayê dîl girtin
Şervanên HSDê di nava şerê giran de gihîştin Hecînê: 15 kuştî
HSDê li Dêre Zorê zewiyeke petrolê kontrol kir
Şervanên HSDê rastî êrişeke giran hatin: 30 kuştî
Di navbera HSDê û DAIŞê de şerekî giran qewimî
Etîketan:
DAIŞ, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Dêra Zorê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de