22:36 22 Gulan 2018
    Baregeha Hmeymîmê

    Rûsyayê nûçeyên ku 7 balafir li baregeha Hmeymîmê hatine tehrîbkirin derewandin

    Sputnik
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Berpirsên Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku nûçeya rojnameya Kommersantê ku gotibû di êrişa baregeha Hmeymîmê de 7 balafirên rûsî tehrîp bûne ne rast e.

    Berpirsên Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku nûçeya rojnameya Kommersantê ku gotibû di êrişa baregeha Hmeymîmê de 7 balafirên rûsî tehrîp bûne ne rast e. Li gorî daxuyaniya berpirsan di êrişa hawanan de 2 leşkerên rûsî jiyana xwe ji dest dan.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got: "Roja 31ê Berfenbara 2017an piştî kur eş kete erde grûbeke milîtanan bi topê hawanan êrişî baregeha Hmeymîm a bajarê Lezqiyeya Sûriyeyê kir û di encama êrişê de 2 leşkerên rûsî jiyana xwe ji dest dan."

    Li gor daxuyaniya wezaretê, hêzên ewlehî yên Sûriyeyê xebatên xwe yên ji bo desteserkirina milîtanên êrişkar û berfirehkirina bergiriyên ewlehiyê yên herêma baregeha Hmeymîmê didomînin.

    NÛÇEYA KOMMERSANTÊ KU GOTIBÛ ‘7 BALAFIR TEHRÎB BÛNE' NE RAST E

    Kommersantê di nûçeya xwe de ragihandibû ku di encama êrişa baregeha Hmeymîmê de 7 balafirên rûsî tehrîb bûne. Wezareta rûs nûçeya Kommersantê derewand.

    Baregeha Hmeymîmê li bajarê Lezqiyeya Sûriyeyê ye û balafirên rûsî ji sala 2015an ve ji vê baregehê êrişên hewayî yên li hemberî terorîstan bikar tîne. Piştî artêşa Sûriyeyê li piraniya welat kontrol bi dest xist, Rûsyayê jî qismek balafir û hêzên xwe ji Hmeymîmê vekişandibûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Izvestiya: "Rûsya wê balafirên modernîzekirî bişîne Hmeymîmê"
    Peymana bêdem mayîna Rûsyayê li Hmeymîmê ji Konseya Federasyonê derbas bû
    Dûmayê peymana Hmeymîmê ya ji bo bicihbûna leşkerên Rûs pejirand
    Ozerov: "Emê li Baregeha Hmeymîmê pîsteke nû ava bikin"
    Grûba Hmeymîmê: "Mûxalefeta ku Siûdî piştgiriya wan dike dixwazin bibin dîktator"
    Etîketan:
    Di êrişa baregeha Hmeymîmê de 2 leşkerên rûsî hatin kuştin, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de