00:52 26 Nîsan 2018
    Rahênana Artêşa Sûriya Azad (ASA)

    Mixalefeta Sûriyê li dijî HSD/YPGê ‘Artêşa Niştîmanî’ ragihand

    © REUTERS / HOSAM KATAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 06

    Wezareta berevaniya hikûmeta demkî ya girêdayî opozisyona Sûriyê avakirina Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ragihand û diyar kir, yek ji armanca wê artêşê şerê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk e.

    Doh 30yê Kanûnê li bajarokê Ezazê Artêşa Sûriya Azad (ASA) bi tevahiya yekîneyên xwe yên ku li bakur û rojhilatê Helebê dimînin civînek li dar xist.

    Piştî civîna ku serokê hikûmeta demkî Ehmed Ebû Heteb jî tê de amade bû, hat ragihandin, wezareta berevaniya hikûmeta demkî, damezirandina Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ragihandiye ku armanca wê jî şerê li dijî hikûmeta Sûriyê, terorîstên DAIŞê û herwiha Hêzên Sûriya Demokratîk e.

    Di daxuyaniya opozîsyonê de hat ragihandin, artêşa wan sê feyleqan li xwe digire û biryar e polîsên serbazî û dadgeheke serbazî jî pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîka ji bo rê li ber hêza Îranê bigire li Sûriyê dimîne’
    El Xezalî: Heşda Şeibî yekîtiya Iraqê parast û plana serxwebûna Kurdistanê têk bir
    Di xwêpêşandanên Îranê de kuştî û birîndar zêde dibin
    Îsal li Hewlêrê ahengên sersala nû nayên lidarxistin
    Pûtîn ji bo Serokê Ermenistanê peyama sersalê şand
    4 keçên din ên kurdên êzidî hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de