07:36 24 Nîsan 2018
    Êzidî-jin-kumkujî- bîranîn- salveger

    4 keçên din ên kurdên êzidî hatin rizgarkirin

    © REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Di nav 24 saetên borî de 4 keçên din ên kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin. Hat diyarkirin ku ew keç niha li Rojava ne û dê di nava 2 rojan de bigihêjin cem malbatên xwe.

    Li gorî nûçeyeke Rûdawê berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî li Duhokê Husên Qaidî gotiye: "4 keçên kurdên êzidî li Sûriyeyê ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin. 3 ji wan xelkê gundê Koço ne û yek jî ji Komalgeha Girizêr e."

    Husên Qaidî anî ziman ku ew kes li derdora bajarê Dêrezorê hatine xilaskirin û niha li Rojava ne û dest nîşan kir di nava 2 rojan de ew keçên hatine rizgarkirin dê bigihêjin malbatên xwe.

    Di dema êrîşa DAIŞê ya Tebaxa 2014ê ya bi ser Şingalê de, 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî ji aiyê terorîstên vê rêxistinê ve hatibûn revandin. Tevlî van her 4 keçan, hejmara kesên ku heta niha ji DAIŞê hatine rizgarkirin gihiştiye 3 hezar û 248an.

    Bi heman mijarî:

    6 zarokên kurdên êzidî yên DAIŞê ew revandibûn li Tirkiyeyê hatin dîtin
    Li gorî raporta Saziya Karûbarên Ezidiyan hêj 3210 êzidî di destê DAIŞê de ne
    Du gorên komî hatin dîtin: Bi sedan termên zarok û jinên êzidî tê de ne
    Rizgarkirina keç û jinên êzidî dewam dike
    Êzidî alîkariyê dixwazin ji bo avakirina peristgehên ku DAIŞê wêran kirine
    ‘DAIŞ jin û zarokên Êzidî li Tirkiyeyê difroşe'
    Etîketan:
    rizgarkirin, keç, kurdên êzidî, Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî, Husên Qaidî, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de