15:34 21 Gulan 2018
    Ala Sûriye

    Sûriye, em dixwazin bibin dewleteke ku çavkaniyên enerjiyê ji Asyayê veguhêzin Ewropayê

    © Sputnik / Mikhail Voskerenskiy
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Petrol û Samanên Madenî yên Sûriyê Elî Xenîm diyar kir ku Şam, dixwaze Sûriyê bike xelekeke pêvegirêdanê ya di navbera hilberînerên enerjiyê yên Asyayê û serfkarên Ewropayê de.

    Xenîm ji Spûtnîkê re axivî û weha got: "Em plan dikin ku qada stratejîk ya Sûriyê ku di navbera dewletên Asyayê yên ku petrol û gazê hildiberînin û dewletên Ewropa yên ku serf dikin de bi awayê herî bilind bikarbînin. Dewletên rojavayê Ewropa ji %85 pêdiviya gaza îtxal dibînin, ji ber ku dewletên Rojhilata Navîn jî xwedî rezerveke ji % 40 yên gazê yên cîhanê ne, em dewletên cîran û şîrketên cîhanê motîve dikin ku xetên boriyên veguhastinê di axên Sûriyê re derbas bikin. Ev rewş dê derfêtê bide ku elektrîk were Sûriyeyê û bi gelemperî jî dê karîgeriyeke baş li aboriya Sûriyê bike.

    ‘PETROL, BERÎ ŞER DAHATA SEREKE YA SÛRİYÊ BÛ'

    Xenîm balkêşand ser ku ew niha li ser projeyên berî şer yên derbarê sewqiyata petrol û gazê dixebitin ku di dema şer de hatibûn rawestandin û lê zêde kir ku yek ji van projeyan ewe ku, ji Îranê, Iraqê û ji wir jî di ser Sûriyê re dê rojê 110 milyon metrekup gazê sewqî Ewropa bike.

    Xenîm peymana çarçoveyî ya ku di sala 2013an de hatibû îmze kirin ku rê li ber wê yekê vedikir ku Sûriye bibe dewleteke transît bibîrxist û weha berdewam kir: "Berî şer pîşesaziya petrolê sereke dahata Sûriyê bû.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov hejmara beşdarên Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriye eşkere kir
    Sûriye: Bê merc leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişînin
    Sûriye bi destê Çînê tê ava kirin, Tirkiye di projeyan de tuneye
    Nûnerê taybet ê NYyê li Sûriyeyê: Heye ku Sûriye perçe bibe
    Pentagonê hejmara dawî ya leşkerên li Sûriye û Iraqê eşkere kir
    Tillerson: Îran li Sûriye û Iraqê xwediyê roleke xerabkirinê ye
    Etîketan:
    Xeta Boriya Gazê, Sûriye, stratejîk, Elî Xenîm, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de