03:10 23 Nîsan 2018
    hsd-qsd

    Encama şerê giran eşkere bû: 67 kuştî

    © AFP 2018 / Delil souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de 4 gund rizgar kirin. Di pevçûnan de 67 terorîst hatin kuştin.

    Operasyona Bagera Cizîrê di roja xwe ya 112emîn de bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de 4 gund li nêzî bajarokê Hecînê hatin rizgarkirin. Gelek terorîst hatin kuştin û wesayîtên zirxî yên DAIŞê hatin rûxandin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, şervanên HSDê di çarçoveya operasyona Dêra Zorê de pêşveçûna xwe didomîne, şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Şervanên HSDê di encama pevçûnên dijwar de li nêzî bajarokê Hecînê 4 gund (El Qehawî, El Cebel, El Kişkiya û Cib El Behra) ji destê rêxistina terorîst hatin rizgarkirin.

    Di şer û pevçûnên dijwar ên navbera HSD û DAIŞê 67 milîtanê terorîst hatin kuştin, yek jê çekhilgir du wesayît jî hatin rûxandin.

    Bi heman mijarî:

    BBCyê dîmenên nû yên peymana HSD û DAIŞê belav kirin
    'YPG û HSD 'Artêşa Bakurê Sûriyê' ya 100 hezar leşkeran ava dikin'
    HSD: Em ji bo Efrînê bi Rûsya û Amerîkayê re neaxivîne
    HSD: Li Dêra Zorê 9 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
    HSD: Em tev li Artêşa Sûriyeyê nabin
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de