10:25 24 Çile 2018
Zindî
    Ferhat Xelîl

    HRRK Meydana Naîm ya Reqa bi rengên xwe dinexşîne

    © Sputnik/ Fetullah Ozmen
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Fethullah Ozmen
    0 10

    Şêwekarê Rojavayî Ferhad Xelîl ji Spûtnikê re ragihand ku wan wekî şêwekarên Rojava, xwestine karekî hunerî bikin û rengên xwe diyarî HSDê bikin û bi vê yekê piştgiriya wan bikin.

    Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku Reqa rizgar kiribûn, li Meydana Naîmê ya ku di dema DAIŞê de bibû qada kuştin û bazara koleyan dê pêşangeheke wêneyan bi navê ‘Reng li dijî şer in' li dar dixe.

    Ferhad Xelîl ji Spûtnîk Kurdistan re ragihand ku wan ev çalakî wek şêwekarê Rojava li darxistiye û weha pê de çû: "Me wekî şêwekarên Rojava xwest karekî hunerî bikin û rengê xwe diyarî bikin bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û piştgiriya wan bikin. Me ev projeya xwe bi navê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayî Kurdistan (HRRK) me pêşkeşî Hêzên Parastina Gel (YPG) kir û wan jî piştgiriya ji bo me qebûl kirin."

    Ferhad Xelîl da zanîn ku hunermendê ku beşdarî vê çalakiyê bûnê ji bajarên nêzî Reqayê ne û weha pê de çû: 9 hunermendên ku dê beşdarî vê çalakiyê bibin ji bajarê Heseke, Qamişlo û Kobanî ne. Ya herî rast em wek şêwekarên nêzîkî bajarê Reqa û hêzên ku ew rizgar kirine bûn."

    Xelîl qala Meydana El Naîm dike û dibêje ku wan xwestiye wê qada ku bi kuştin û bazara koleyan tê bîra mirov bi rengên xwe bixemilînin û weha berdewam dike: "Bi taybetî Meydana El Naîmê ku bibû cihê serjêkirin û îdaman û kuştina jina û bi taybet jî ya jinên êzîdî. Hêviya me go em carekî pêkin bi reng û wêneyên xwe."

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê organîzasyoneke xwendekarên kurd a çand, huner û sosyalîzasyonê: Chalak Events
    Besam Mistefa : ‘Ez hewl didim ku ruhê berhema esasî bigihînim xwîneran
    Ciwanmerd Kulek: Ji bo min her tişt dikare bibe mijara edebiyatê
    Li Amedê bi navê Loading mekanekî nû yê hunerê vebû
    Etîketan:
    Şêwekarî, hêz, reng, Ferhad Xelîl, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de