14:55 19 Nîsan 2018
    HSD

    Birêveberiya bakurê Sûriyeyê bersiva Esadî da: Şerekî nû ye

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Birêveberiya Federasyona Bakurê Sûriyeyê bersiv da daxuyaniya Serokê Sûriyeyê Beşar Esadî ya duh ku gotibû, "çi kesê bi dewleteke biyanî re bixebite ku gelekên van di jêr serweriya Amerîkayê de ne, xayînên welêt in" û ragihand ku ev daxuyanî "ragihandina şerekî nû ye û destnîşan dike ku rêkeftinek di navbera Hikûmeta Erdogan û Esadî de heye."

    Heyeta Pêkîner a Federasyona Bakurê Sûriyeyê îro daxuyaniyek ji Spûtnîk Kurdistanê re şand û tê de bersiva Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esadî da ku duh gotibû, "Çi kesê bi dewleteke biyanî re bixebite ku gelekên van di jêr serweriya Amerîkayê de ne, xayînên welêt in."

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hêzên Sûriyeya Demokratîk  ji roja ku hatine damezirandin û heta niha jî, tekane hêza leşkerî ye ku li gorî viyana gelên Sûriyeyê tevgeriyaye û ji bo berjewndiyên wan xebitiye. Ew tekane hêz bû ku li gel cidahiyên wan ên neteweyî, olî û mezhebî jî, nirxên van gelan parastin."

    "HSD TEKANE HÊZ E KU BIBE KAKILÊ ARTÊŞA SÛRIYEYÊ YA SIBEROJÊ"

    Herwiha hat gotin ku HSDê nûnerîtiya daxwazên hemû pêkhate û nasnameyên li Sûriyeyê kir û wiha dewam kir: "(HSD) tekane hêz e ku namzet e bibe kakilê Artêşa Sûriyeya Siberojê, ji ber ku di nava xwe de hemû nasnameyan dihewîne û herwiha ji ber ku şiyana xwe ya leşkerî di hemû cengên kirine de îsbat kiriye û baweriya hemû gelên Sûriyeyê bi dest xistiye ku tekane hêz e ku bikare wan ji hemû êrîşan biparêze."

    "EV DAXUYANÎ RAGIHANDINA ŞEREKÎ NÛ YE"

    Di berdewamiyê de heyetê ragihand ku ev daxuyaniya Esadî "ragihandina şerî ye û herwiha lîstina bi agirî ye, ji ber nasanina HSDê wek xayin tê wateya armanckirina wan" û wiha dewam kir: "Ev jî tê wê wateyê ku Sûriye li ber şerekî nû ye û hemû civînên ku ji bo destpêkirina gotûbêjan tên kirin, tenê hewldana rejîmê ye ku demê qezenc bike."

    "DAXUYANIYA ESAD, PIŞTGIRTINA DAGIRKIERIYA TIRKIYEYÊ YE."

    Ji aliyê din ve, heyetê îdîa kir ku ev daxuyanî "destnîşan dike ku rêkeftineke nepen di navbera Hikûmeta Erdogan û Esadî de heye û rejîma Sûriyeyê amadekariya qeyraneke nû dike".

    "EV DAXUYANÎ YEKÎTIYA SÛRIYEYÊ DIKE ARMANC"

    Daxuyaniya Birêveberiya Federasyona Bakurê Sûriyeyê wiha dewam kir: "Armanckirina HSDê tê wateya armanckirina hemû gelên bakurê Sûriyeyê û herwiha armanckirina yekîtiya axa Sûriyeyê ye. Di heman demê de piştgiriyek e ji bo dagirkeriya Tirkiyeyê".

    Bi heman mijarî:

    ‘Hevkariya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ji bo qeyrana Sûriyeyê tecrubeyeke baş e'
    Tehranê dema vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyeyê eşkere kir
    ‘Serkeftina li Sûriyeyê ne ya Rûsyayê ye ya Amerîkayê ye'
    ‘Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê dîrokî bûn lê partî baş ne amade bûn'
    Hevserokê MSDê: DYAyê soz daye me daku em ê beşdarî çareseriya Sûriyeyê bibin
    Rûsya: Li Sûriyeyê sehaya esmanî ya Amerîkayê tune ye
    Etîketan:
    Federasyona Bakurê Sûriyeyê, HSD, Beşar Esad, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de