06:27 21 Gulan 2018
    Leşkerekî Artêşa Sûriyeyê

    Artêşa Sûriyeyê li derdora Şamê êrişî hedefên Nûsrayê dike

    © Sputnik /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku operasyona artêşa Sûriyeyê li başûrê rojavayê Şamê ya li dijî rêxistina El Nûsrayê bi serkeftî dewam dike.

    Çavkaniyekî ji artêta Sûriyeyê di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Di çarçoveya rizgarkirina operasyona Cebel El Şêx a nêzîkî Şamê de yekîneyên artêşê çiyayê Tel el Maktul bi dest xistin. Bi kontrolkirina çiya hêzên Nûsra yên li gundê Magar el Mir perçe bûn."

    Li gorî daxuyaniya çavkaniyê leşkerî yê artêşa Sûriyeyê, operasyona mezin a li hemberî Magar el Mir bê navber dewam dike.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, gundiyên niştecih hemû şertên aştî yên hikûmetê qebûl kirine, lê ji ber tirsê nikarin milîtanan ji gund derxînin.

    Gundê Magar el Mir di destpêka krîza Sûriyeya ya sala 2012an de ji aliyê grûbên cihadîst ve hatibû dagirkirin.

    Bi heman mijarî:

    'Ji niha pê ve em ê li dijî YPGê û Artêşa Sûriyeyê şer bikin'
    ‘Artêşa Rûsyayê çekên elektromanyetîk li Sûriyeyê bikar anî'
    Telal Silo xwe spart Artêşa Azad a Sûriyeyê
    Artêşa Sûriyeyê bajarê dawîn ê di destê DAIŞê de kontrol kir
    Îran: Artêşa Sûriyeyê di demeke nêz de dê berê xwe bide Reqayê
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeyê, DAIŞ, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de