19:59 23 Gulan 2018
    HSD

    Milîtanên DAIŞê bi çekên giran êrişî noqteyên HSDê kirin: 95 kuştî

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 50

    Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi çekên giran êrişî gundê Cerse Şerqî ku ji aliyê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatibû kontrolkirin kirin. Li gundê Cerse Şerqî pevçûnên dijwar qewimîn.

    Operasyona kontrolkirina Dêra Zorê ya Bagera Cizîrê bi hemû dijwariya xwe didome. Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi çekên giran êrişî gundê Cerse Şerqî ku ji aliyê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatibû rizgarkirin kirin. Di êrişê de 95 milîtanên terorîst ji aliyê şervanên HSDê ve hatin kuştin.

    Gundê Cerse Şerqî duhî ji aliyê şervanên HSDê ve hatibû rizgarkirin û piştî rizgarkirinê terorîstên DAIŞî bi çekên giran dîsa êriş kirin. Şer û pevçûnên navbera şervanên HSD û milîtanên DAIŞê dirêj dewam kir û encama pevçûnan de 95 terorîst hatin kuştin, wesayîteyeke çekhilgir hat îmhakirin û gelek amûrên leşkerî yên DAIŞê ketin destê şervanan.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, şerê gundê Cerse Şerqî cih cih dewam dike û di şer û pevçûnan de 3 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HSD: Em tev li Artêşa Sûriyeyê nabin
    HSD: Li Dêra Zorê 9 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
    HSD û artêşa Iraqê ji bo ewlehiya sînor navendeke kordînasyonê ava kirin
    Li Siwêdanê di nava HSD û DAIŞê de şerê dijwar: 35 kuştî
    HSD: Me odeyeke hevbeş li gel Rûsyayê ava kiriye
    HSD: Tirkiye şantajê li Silo dike
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de