04:35 26 Nîsan 2018
    Sûriye

    ‘Dê Rûsya destûr nede ku Amerîka rewşa li Sûriyeyê bêîstîqrar bike

    © Sputnik /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Komîteya Ewlehî û Parastina Konseya Federasyona baskê jor yê parlamentoya rûsî Vîktor Bondarev ragihand ku Amerîka ji bo bêîstîqrariya Sûriyeyê amadekariyan dike û dê Rûsya jî ji bo îstîqrara Sûriyeyê piştgirî bide Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad.

    Bondarev, nûçeyên derbarê ku pisporên amerîkî perwerdehî didin koma ‘Artêşa Sûriyeya Nû' ku di nav wan de DAIŞî jî hene li kampa koçberan a li Heseke ya Sûriyeyê ji Sputnikê re nirxand û got:

    "Li holêye ku ew (amerîkî) tê dîtin ku bê hêsanî dev ji Sûriyeyê bernadin, ji bo bêîstîqrarkirina rewşa li Sûriyeyê bêdeng amadekariyan dikin. Ez bawerim ku hêza Beşar Esad heye li dijî vê yekê derkeve. Ji aliyê din ve Rûsya jî dê alîkariyê bike. Baregeha leşkerî ya Hmeymîmê dimîne û ji aliyê din ve lêngergeha Tartûsê ji bo baregeha hêzên behrê tê amadekirin."

    ‘WASHINGTON JI RÛSYAYÊ GELEK ACIZ E'

    Bondarov destnîşan kir ku cara ewil nîn e ku Amerîka piştgiriya alîgirên terorîzmê nake û wiha pê de çû: "Washington ji serkeftinên leşkerî û jeopolitik ên li Sûriyeyê û normalîzebûna li Libyayê gelek aciz e."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Em destûrê nadin ku Amerîka dewleta terorî li Sûriyeyê ava bike
    Hevpeymana navdewletî: DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê têkşikiya
    'Ji niha pê ve em ê li dijî YPGê û Artêşa Sûriyeyê şer bikin'
    Yildirim: Rewşa li Sûriyeyê baş dibe
    CIA: Divê em Kurdistana xweser a Sûriyeyê bi Tirkiyeyê bidin fêhmkirin
    Etîketan:
    DAIŞ, rewş, Sputnik, Vîktor Bondarev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de