04:33 26 Nîsan 2018
    DAIŞ

    ‘Amerîka ji alîgirên terorîzmê artêşeke nû ava dike'

    © REUTERS / Ali Hashisho
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê leşkerî yê rûsî Konstantîn Sîvkov ragihand ku Amerîka ti wext ji bo tunekirina DAIŞê hewl nedaye, xwestin rxistinê kontrol bikin û Washington dixwaze ji alîgirên terorîzmê artêşeke nû ava bike.

    Sîvkov, nûçeyên derbarê ku pisporên amerîkî perwerdehî didin koma ‘Artêşa Sûriyeya Nû' ku di nav wan de DAIŞî jî hene li kampa koçberan a li Heseke ya Sûriyeyê ji Sputnikê re nirxand û got: "Amerîka ti wext giringiyê neda têkoşîna li dijî DAIŞê, ji şûna vî xwest DAIŞê kontrol bike. Ji bo vê yekê fermandarn alîgirên wan tehliye kirin. Kesên lazimiya wan, bi wan re hebûn tehliye kirin û ji bo li dijî birvebiriya meşrû şer bikin artşeke nû ava dikin."

    ‘WASHINGRON TOLÊ DIXWAZE'

    Herwiha pispor rûsî destnîşan kir ku eger kampanyaya li Sûriyeyê bidawî bibe, tê wateya têkçûyîna Amerîkayê û Washington ji bo vê têkçûyînê tolhildanê dixwaze. Sîvkov eşkere kir ku Amerîka ji ber ku DAIŞ ji kontrole derket, li rêxistinê xist.

    Bi heman mijarî:

    Hevpeymana navdewletî: DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê têkşikiya
    DAIŞ li Dêra Zorê li ber tunebûnê ye
    Senatorê rûsî bersiva Trump a ‘Me DAIŞ têk bir’ da
    ‘DAIŞ qediya hedefa me Îsraîl e'
    Etîketan:
    DAIŞ, Sputnik, Konstantîn Sîvkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de