05:06 21 Nîsan 2018
    Haseke

    Rûsya: Hevpeymana navdewletî li kampa Hesekê milîtanan perwerde dike

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê derbirî ku pisporên Amerîkayê li kampa penaberan a li bajarê Hesekê yê Sûriyeyê DAIŞî jî di nav de, perwerdehiyê dide komeke çekdar ya bi navê ‘Artêşa Sûriyeyê ya Nû'. Hay hişyarkirin ku ew milîtan piştî perwerdehiyê ji bo şerê li dijî artêşa Sûriyeyê dê bişînin başûrê welêt.

    Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ev tişt hatin gotin, "Li beramberî daxuyaniyên Amerîka yên li ser bi biryarbûna tunekirin a DAIŞê, hevpeymana navdewletî hevkariya xwe ya ligel milîtanên li Sûriyeyê mane didomîne. Di rêveberiya perwerdekarên ji hêzên operasyonên taybet ên Amerîkayî ev 6 meh in li kampa penaberan a li Hesekê milîtanên rêxistinên terorê yên cuda perwerde dike î rêxistineke nû ya bi navê ‘Artêşa Sûriyeyê ya Nû' tê avakirin. Li gorî daxuyaniyên penaber ên vedigerin malên xwe, piştî qedandina amadehiyên perwerdkar ên Amerîkayî, ev milîtan ji bo şerê li dijî hêzên hikûmetê dê ji bo başûrê Sûriyeyê werin şandin."

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku niha li kampê 400 jê ji DAIŞê, bi tevahî 750 milîtan hene û herwisa milîtanên Fetih El Şamê (El Nûsra) jî di nav de hene.

     

    Bi heman mijarî:

    Hevpeymana navdewletî: DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê têkşikiya
    DAIŞ li Dêra Zorê li ber tunebûnê ye
    Senatorê rûsî bersiva Trump a ‘Me DAIŞ têk bir’ da
    ‘Me DAIŞ bi temamî qedand'
    Etîketan:
    perwerdekirin, Artêşa Sûriyeyê ya Nû, DAIŞ, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de