12:14 25 Gulan 2018
    Xwepêşandana PYDê

    Biro: PYD dikare digel ENKSê beşdarî civînên Cenevê bibe

    © AFP 2018 / Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYK-S) û Serokê berê yê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro got, “PYD dikare bi rêya ENKSê tevlî nav şanda opozisyona Sûriyê ya li Cenêvê bibe.”

    Li gor nûçeya Rûdawê, Îbrahîm Biro ku serokatiya şanda ENKSê di nava şanda danûstankar a opozisyona Sûriyê ya li Cinêvê de ye, got, "Eger ku PYD bixwaze tevlî nav şanda opozisyonê bibe, dikare di rêya ENKSê tevlî vê proseyê bibe û di danûstandinên Cenêvê de amade bibe."

    'ŞANDA HIKÛMETA SÛRIYÊ XALÊN GIRÊDAYÎ KURDAN QEBÛL NEDIKIR'

    Serokê şanda ENKSê û Endamê Pêwendiyên Derve yê ENKSê Biro, derbarê tekçûna gera 8an a danûstandinên Cenêvê ragihand, "Şanda hikûmeta Sûriyê xalên girêdayî Kurdan di karnameya opozisyonê ya ji bo danûstandinê de qebûl nedikir, lê şanda opozisyona Sûriyê tekezî li ser wan xalên girêdayî kurdan kir."

    Biro diyar kir, her cara ku Nûnerê Taybet ê NYyê li Sûriyê Staffan de Mistura karnameya opozisyonê pêşkêşî şanda hikumetê dikir, nûnerên hikûmeta Sûriyê xalên girêdayî Kurdan red dikirin û digotin, ew naxwazin li ser biaxivin.

    De Mistura roja pêncşemê 14ê Kanûnê ragihandibû ku gera 8an a hevdîtinên Cenevê bêyî ti encamekê bi dawî bûne.

    Bi heman mijarî:

    DYAyê dîmenên ceribandinên nukleerî yên heyama şerê sar weşandin
    Amerîkayê dîsa derbarê Koreya Bakur de fikrê xwe guhert
    Li Endonezya erdhej: Hişyariya tsûnamiyê hat dayin
    NATO îdîakir ku Rûsya Peymana Hêzên Nukleerî yên Menzîla Navîncî binpêkiriye
    Fermandarê Pasdarên Îranê li Dêrezorê hat kuştin
    Li Wanê derbarê 'çar perçeyên Kurdistanê' de konferans dê birêve biçe
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de