12:13 25 Gulan 2018
    Deriyê sînor

    Deriyê sînor piştî 5 salan dîsa vebû

    © REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Deriyê sînor ê navbera Sûriye û Libnanê piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê hatibû girtin. Deriyê sînor dîsa vebû.

    Dêriyê sînor li bajarokê El-Kaa ku dikeve bakurê rojhilatê Geliyê Bekaaya Libnanê û li ser rêya sereke ya Humsa Sûriyeyê ye. Derî 5 sal bû girtibû û duhî bi merasîmeke fermî hat vekirin.

    Di vekirina deriyê sînor de Midûrê Giştî yê Ewlehî yê Libnanê Ebbas Îbrahîm û berpirsên libnanî amade bûn. Piştî merasîma fermî ya Libnanê li aliyê Sûriyeyê jî amadehiyên vekirina deriyê sînor hebûn.

    Ebbas Îbrahîm di axaftina xwe ya vekirina merasîmê de got: "Roja înê deriyê sînor dest bi fealiyetê dike. Kordînasyona me bi rejima Sûriyeyê re wê bidome. Ev kordînasyon di dema krîzê de jî nehatibû rawestandin. Vebûna deriyê sînor dê ekonomiya herêmê zêde bike."

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê Barzanî radestkirina deriyê sînor derewand
    Wezîr Tufenkçi: Ji bo deriyê sînor di nevbara me û Iraqê de hevahengî pêkhat
    Supayê Pasdaran û Haşdî Şabî ji deriyê sînor ê Hecî Omeran vekişiyan
    ‘Îran: Daxwaz were kirin em ê deriyê sînor vekin'
    Yildirim: Pêvajoya teslîmkirina deriyê sînor dest pê kir
    Etîketan:
    Deriyê sînor ê navbera Sûriye û Libnanê vebû, Ebbas Îbrahîm, libnan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de