14:57 22 Çile 2018
Zindî
    F-22 Rapoter

    Pentagon: Li Sûriyê balafirên Amerîka û Rûsyayê pir nêzîkî hev bûn

    © Sputnik/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) bi daxuyaniyekê ragihand, Li Sûriyê di dema operasoyanekê de balafirên şer ên Amerîka û RûsyayXê pir nêzîkî hev firiyane.

    Pentagonê da xuyakirin ku piştre bûyera nêzîkbûna balafiran hatiye çareserkirin.

    Rayedarê Hêzên Fermandariya Navendî (CENTCOM) li ser mijarê bi daxuyaniyekê ragihand, "Du balafirên F-22 gelekî nêzîkî du balafirên rûsî bûn. Ji bo li ser vê mijarê biaxivin, bi rêya rêgiriya qezayên hewayî ya navbera Amerîka û Rûsyayê de, pêwendî hat kirin."

    CENTCOMê da zanîn ku bûyerên wiha carna di rojekê de çend caran dubare dibin û da xuyakirin ku ev ne tiştekî awarte ye.
    Berî niha di hin nûçeyan de hatibû gotin ku du balafirên F-22 yên Amerîkayê ‘Xeta rêgiriya pevçûnan' derbas kiribûn û ji aliyê Su-25an ve rêgirî li wan hatibû kirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Hevdîtinên Cenev 8ê bi ser neketin'
    Rûsya û Erebistana Siûdî derbarê bikaranîna aştiyane ya enerjiya nukleerî de li hev kirin
    Onder: Bi ricaya dewletê bi hemû fermandarên PKKê re civiyam
    Pûtîn: Li Sûriyê rêya jiyana aştiyane vebû
    Wezareta Pêşmerge: Me negotiye emê vegerin Kerkûk û Şingalê
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de