02:47 26 Nîsan 2018
    Leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê

    ‘DYA piştgiriya YPGê bidomîne, dibe ku bakurê Firatê bibe serbixwe yan jî nîv serbixwe’

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî ya Oklahomayê Joshua Landis, di nirxandina xwe ya bo Spûtnîkê de got, ‘Ger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştgiriya xwe ya parastina netewa kurd li Sûriyê bidomîne, dibe ku li bakurê Firatê hêremeke serbixwe yan jî nîv serbixwe ava bibe.’

    Landis da zanîn ku aramî û yekbûna Sûriyê zêdetir girêdayî helwest û çalakiyên Washingtonê ye û got, heta hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyê hebe, dê wek welatekî parçebûyî bimîne.

    Joshua Landis herwiha dibêje, "Bi baweriya min dê Sûriyê berevajî nêrîna gelek pisporên amerîkî wek welatekî bi istiqrar û yekbûyî bimîne. Ev jî bêhtir girêdayî Tirkiye û Amerîkayê ye."

    Landist li ser helwest û piştgiriya Amerîkayê bo kurdan jî got, "Ger Amerîka ji bo piştgiriya netewa kurd hebûna xwe ya li Sûriyê bi awayekî domdirêj berdewam bike, dibe ku herêma li bakurê Firatê dimîne, bibe serbixwe yan jî nîv serbixwe."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn di rêwîtiya Sûriyê de temaşeya balafirên Su-30 kir
    Parlamentarê CHPê: ‘MÎTa ku Ocalan anî, 4 serokên daîreyên xwe da PKKê’
    Hamasê Întîfadaya Sêyem ragihand
    Li asîmanên Koreya Bakur objeyeke razbar hat dîtin
    DMMEyê ji bo 'daxwaznameyên dersa kurdî' cezayê tezmînatê da Tirkiyê
    Cenazeyên du kesan birine nexweşxaneya Qosêrê
    Balyozxaneya Sana ya Rûsyayê hat tehlîyekirin
    Serokê Filistînê Abbas li Tirkiyê bi Erdogan re civiya
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de