02:18 22 Sibat 2018
Zindî
    hsd-qsd-hsdê

    HSD: Em tev li Artêşa Sûriyeyê nabin

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çavkaniyên kurdî ew nûçeyên teqez kir ku nûçeyên dibêjin gotûbêj di navbera HSDê û Sûriyeyê de hene daku HSDê tev li Artêşa Sûriyeyê bibin derew in û destnîşan kir ku armanca van nûçeyan ew e ku destkeftiyên HSDê li ber çavan şêlû bikin.

    Li gorî nûçeya rojnameya Eşerq el Ewsetê, çavkaniyê kurdî agahiyên dibêjin HSD dê tev li Artêşa Sûriyeyê ji binî ve red kirin û wan teqez kir ku" ev dê qet nebin beşek ji Artêşa fermî û ew hevbedeneke sereke yê DYAyê ye".

    Çavkaniyan diyar kiriye ku armanca van nûçeyan ew e ku destkeftiyên HSDê li ber çavan şêlû bikin û rê li ber biserketinên HSDê bigirin.

    Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif li ser vê mijarê ji Spûtnîkê re gotibû: "Em jî li dijî şer in. Dema li cihekî çareseriya siyasî çênebe, wateya van daxuyaniyan namîne ji xwe. Dema ku mafên me hatin dayîn, ewlehiya me hatin sazkirin ev mijar dibe were nîqaşkirin. Niha ti wateya nîqaşên bi vî rengî tine. Eger şert guncav bibin dibe em beşdarî Artêşa Sûriyeyê bibin."

     

    Bi heman mijarî:

    'Dixwazin tiştê hatiye serê Iraq û Sûriyeyê, bînin serê Tirkiyeyê jî'
    Heyeta Bilind a Gotûbêjan a dijberiya Sûriyeyê navê endamên xwe xwe eşkere kir
    Wezîrê îsraîlî: Li Sûriyeyê kurd netewa duyemîn in
    "Amerîka di demeke nêzîk de ji Sûriyeyê venakişe"
    Etîketan:
    HSD, Foza Yusif, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de