15:53 24 Hezîran 2018
Amadekariyên leşkerî yên Tirkiyê bo operasyona Efrînê

‘Hê jî bazara operasyona Efrînê tê kirin'

© Sputnik /
Sûriye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 30

Pisporê Rojhilata Navîn û Hîndekarê Zanîngeha Ahî Evrenê Doç Dr. Serhat Erkmen encamên hevdîtina Serokê Rûsyayê Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir.

Pisporê Rojhilata Navîn û Hîndekarê Zanîngeha Ahî Evrenê Doç Dr. Serhat Erkmen encamên hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a li Enqereyê ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir. Li gorî Erkmen hê jî biryara operasyona Efrînê nehatiye dayîn û ji bo vê bazar dewam dikin.

‘PÊVAJOYA OPERASYONÊN LEŞKERÎ DİQEDE'

Doç Dr. Serhat Erkmen ji bo encamên hevdîtina Pûtîn û Erdogan a li Enqereyê got: "Ya rastî ez nizanim bê di hevdîtinê de çi hate axaftin, tenê li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de cih girtine em dikarim nêrînên xwe bînin ziman. Tiştê tê xuyakirin êdî hêdî hêdî li Sûriyeyê dema operasyonên leşkerî ber bi qedandinê ve diçe û zêdetir pozisyona siyasî derdikeve pêş. Ji xwe duhî Serokê Rûsyayê Pûtîn jî ji bo vekişandina hêzên rûsî dîrektîf da."

‘RÛSYA WÊ DESTÛRA OPERASYONEKE BERFIREH JI BO EFRÎNÊ NEDE'

Erkmen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wekî min got Rûsya jî biryara vekişandina hêzên xwe da û li gorî min dê ji vir û pê ve li Sûriyeya piştgiriya operasyonên leşkerî neke. Lê ku em têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê û rola Tirkiyeyê li herêma Idlîbê li ber çav bigrin, dibe Rûsya ji bo mijara ewlehî destûra operasyoneke biçûk û sînorteng bide Enqereyê. Li gorî texmînên min di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ji bo operasyoneke berfireh û dirêj nêrîneke hevpar tuneye."

‘JI BO OPERASYONA EFRÎNÊ HÊ LIHEVKIRIN ÇENEBÛYE'

Pisporê Rojhilata Navîn Doç Dr. Serhat Erkmen di dirêjiya axaftina xwe de got: "Divê di mijara operayona leşkerî ya ji bo Sûriyeyê de mirov tiştekî qethî nebêje. Hinek dibêjin wê sibê operasasyona Efrînê dest pê bike û hinek jî dibêjin bi ti awayî operasyon nabe. Li gorî texmînên min di mijara operasyona Efrînê de hê jî bazar têne kirin, lihevkirinek tineye û wê Rûsya ji bo operasyoneke berfirek û dirêj destûrê nede. Tenê dibe ji bo operasyonek biçûk û sînorteng destûr were dayîn."

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu: Em kengî bixwazin, em dê têkevine Efrînê
Li Efrînê fîlmê şerê Sûriyê ‘El Mesîr-Çarenivîs’ hat pêşandan
Artêşa Tirkiyeyê hêzeke din şand ser sînorê Efrînê
‘Ne Rûsya û ne Amerîka ji şerê Efrînê re amade ne'
Artêşa Tirkiyeyê wesayîtên leşkerî û obusan şandin ser sînorê Efrînê
Etîketan:
Operasyona leşkerî ya li dijî Sûriyeyê, Serhat Erkmen, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de