15:15 22 Çile 2018
Zindî
    Rojava - Sûriye / Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

    Fermandarên Amerîkayî, Îngilîz û Fransî bi YPGê re civîn li dar xist

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 60

    Nûnerên leşkeri yên Amerîkayî, Îngilîz û Fransî yên di nava hevpeymana navdewletî ya dijî DAIŞê de li Dêra Zorê bi berpirsên YPGê û serokeşîrên herêmê re civiya. Di civînê de fermandarê YPGê Polat Can jî amade bû.

    Li gorî nûçeyeke ajansa DHAyê fermandarên leşkeri yên Amerîkayî, Îngilîz û Fransî yên di nava hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê de cih digirin, li bajarê Dêra Zor ê Sûriyeyê bi berpirsên HSD û YPGê û serokeşîrên herêmê re kom bû.

    Hat diyarkirin ku di civînê de fermandarê YPGê yê operasyona Dêra Zorê Polat Can jî amade bû û di wê civînê de rewşa dawî ya herêmê hat nirxandin. Hat ragihandin ku fermandarên hevpeymanê dest nişan kiriye ku HSD perçeyekî hevpeymanê ye û alîkariya ji bo HSDê wê berdewam bike. Fermandarê YPGê Polat Can jî di civînê de bal kişand ser ku HSD ji pêkhateyên cuda yên herêmê hatiye avakirin û divê herkes piştgiriyê bide wê. Herwisa aliyan di civînê de siberoj û ewlehiya herêmên ku ji DAIŞê hatine paqijkirin jî nirxandin.

    HSD Û ARTÊŞA IRAQÊ JÎ LI HEV CIVIYAN

    Ji aliyê din ve berpirsên HSDê û fermandarên Iraqê jî li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê li hev civiyan û hat diyarkirin ku di vê civînê de ji bo avakirina navenda koordinasyon a hevpar biryar hatiye girtin. Di civînê de li ser navê artêşa Iraqê Fermandarê Giştî yê Hêzên Cizîra Iraqê Qasim Mihemed Salih û cîgirê wî General Ebdul Husên û li ser navê HSDê jî Hesen Qamişlo û Engîzek Xelîl amade bûn.

    Bi heman mijarî:

    YPGê di derbarê Telal Silo de daxuyanî da
    'Hemû operasyon bi planên şêwirmendên rûsî û alîkariya YPGê bi ser ketin'
    Rasmussen: Mijara YPGê dikare NATO ji hev bixe
    ‘Peymana YPGê û Rûsyayê nîşaneya lawazbûna Amerîkayê ye’
    YPGê bo Dêra Zorê daxuyaniyek da: Bi alîkariya Rûsya û hevpeymanê me Dêra Zor kontrol kir
    Mattis: Em êdî çekan nedin YPGê, pêwîstiya wan bi çekan nîne
    Etîketan:
    civîn, Fermandarên Hevpeymanê, hevpeymana navdewletî, YPG, Polat Can, Dêra Zor
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de