03:19 20 Hezîran 2018
Siyanok Dîbo

PYD: Hevalbendiya bi Rûsyayê re dê Efrînê jî biparêze

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 40

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo diyar kir ku hevkariya navbera Rûsya û YPGê ji bo rizgarkirina rojhilatê Firatê, destpêka qonaxeke nû ye ku Efrîn di nav de, deriyê parastina tevahiya bakurê Sûriyeyê vekiriye.

Li gorî K24ê, Dîbo teqez kir ku qonaxa nû dê parastina herêma Efrînê misoger bike û heta dê tevahiya bakurê Sûriyeyê jî dabîn bike ku Idlib heta bi herêmê nêzîkî Deryaya Spî jî tê de ne.

YPGê roja yekşemê ragihandibû ku bi piştgiriya Hêzên Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Rûsyayê tevahiya çoltera rojhilatî ya Dêra Zorê ji DAIŞê hat rizgarkirin.

Berdevka YPJê Nesrîn Ebdulahê ji Spûtnîkê re ragihand ku HSDê li rojhilatê Firatê odeyeke operasyonên hevbeş damezirandiye daku li rojhilatê Firatê kordînasyonê li gel Rûsyayê bike.

Bi heman mijarî:

‘Operasyona Reqayê qediya divê êdî Amerîka têkiliya xwe bi YPGê re bibire'
Amerîka çekên giran û 120 wesayîtên Hûmmerê ji YPGê re şandin
'Rûsya û Îran di mijara YPGê de ji Tirkiyeyê cuda difikirin'
Kremlînê ji bo daxuyaniyên Erdogan yên derbarê PYD û YPGê de daxuyaniyek da
Etîketan:
HSD, YPG, YPJ, Sîhanok Dîbo, Rûsya, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de