15:01 12 Kanûn 2017
Zindî
    PYD, YPG

    'Amerîkî û Ewropa fişarê dikin ku PYD tev li Cenevê bibe'

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 70

    Çavkaniyeke dijberiya Sûriyeyê ragihand ku dîplomatekî amerîkî payebilind û herwiha dîplomatên ewropî xwestiye ku Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) tev li şandeya gotûbêj a li Cenevê bibin.

    Li gorî nûçeya Alhayata erebî ku dispêre AFPyê, fişar li dijberên sûrî tê kirin daku daxwaza beşdarkirina PYDê di şandeya gotûbêj de qebûl bikin.

    Herwiha di nûçeyê de hat diyarkirin ku dîplomatên amerîkî û ewropî ji dijberiyê xwestiye PYD te li civînan bibe lê dijberiyê bi awayekî teqûz ev daxwazz red kiriye û ew wek "astengeke nû" li pêşberî gotûbêjan bi nav kiriye.

    HEVSEROKÊ PYD: RÛS Û AMERÎKIYAN TEQEZ KIRIYE KU EM Ê TEV LI ÇARESERIYÊ BIBIN

    Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2014an ve civînên Cenevê tên lidarxistin lê her nûnerên kurd ên birêveberiya xweser nehatine vexwendin.

    Hevserokê PYDê Şahoz Hesenî derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku "amerîkî û rûsan teqez kiriye ku çareserî dê bêyî me pêk neyê û destûr jî dê bêyî me neyê nivîsîn."

    Hevserokê Meclisa Sûriyeyê Demokratîk(MSD) Riyad Derarî jî duh ragihandibû ku nûnerên DYAyê ji wan re teqez kiriye, çi dema diyalogeke cidî li ser dosyaya sûrî çêbibe, nûnerên MSDê dê beşdarî wê civînê bibin.

    Bi heman mijarî:

    Şandeya Kurdistanê û şandeya HDPê û KCDê ligel rêveberiya Rojava civiyan
    Gelo aqûbeta Aştî Hewramî çi ye û wê vegere Kurdistanê?
    Dîplomatê amerîkî: Fransa piştgiriya xwe ya Kurdistanê eşkere kir'
    Etîketan:
    MSD, PYD, Riyad Derarî, Şahoz Hesen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de