01:17 14 Kanûn 2017
Zindî
    Wezîrê Lihevhatina Neteweyî ya Sûriyeyê Elî Heyder

    ‘Amerîka, Erebîstana Siûdî û Tirkiye li hemberî Kongreya Niştimanî ya Diyalogê şer dikin'

    © AP Photo/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Lihevhatinê yê Sûriyeyê Elî Heyder diyar kir ku ji ber hewldanên Amerîka, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê yê li hemberî Kongreya Niştimanî ya Diyalogê îsal negihaşte armanca xwe ya nîhayî.

    Wezîrê Sûriyeyî Heyder ji Sputnikê re axivî, "Ligel daxuyaniyên erênî yên Amerîka, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê jî roleke nêyînî leyîztin û hindek beşdarvanan mercên nebînayî dane pêş. Li Soçiye helwesteke tund nîşan da."

    ‘NEYARÊN SÛRIYEYÊ DÎN Û HAR BÛN'

    Heyder amajê pê dike ku ‘Neyarên Sûriyeyê' li hemberî îhtîmala kongreye dîn û har bûn û xwestin bi tene pêvajoya çareseriyê li Cenêvê hel bikin. Ji ber mercên guncaw kongre bo 2018an hate taloqkirin.

    DÊ HEMÛ PÊKHATE BEŞDAR BIBIN

    Di civîna li Soçiyê de Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî biryara lidarxistina Kongreya Niştimanî ya Diyalogê stendin. Lê Enqara ji bo ku PYD/YPG tevlî xebatên kongreye nebe hewldanên xwe didomîne.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku tê payîn hemû komên etnik û olî tevlî di Kongreya Niştimanî ya Diyalogêya Sûriyeyê (Kongreya Gelên Sûriyeyê) bibin û li gorî wê yeke pêşnûmayake yasayî diruv bigire.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Erdogan daxuyaniya civîna Soçiyê: Di demekê nêz de li qadê em dê bandorên wê bibînin
    Çavkaniyeke dîplomatîk: Civîna Soçiyê hat bipaşdexistin
    Lavrov mijarên sereke yên civîna Soçiyê eşkere kirin
    Kremlin: Civîna Pûtîn û Esadî sûdeke mezin da serkeftina civîna Soçiyê
    Dezgehên ku ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018an li Soçiyê hatine avakirin dê ji bajêr re bimînin
    Etîketan:
    Çareseriya Pirsa Sûriyeyê, Kongreya Niştîmanî ya Diyalogê, Kongreya Diyalog a Rûsyayê, Elî Haydar, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de