04:28 18 Kanûn 2017
Zindî
    HSD

    Hevserokê MSDê: DYAyê soz daye me daku em ê beşdarî çareseriya Sûriyeyê bibin

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Hevserokê Meclisa Sûriyeyê Demokratîk(MSD) Riyad Derarî ragihand ku nûnerên DYAyê ji wan re teqez kiriye, çi dema diyalogeke cidî li ser dosyaya sûrî çêbibe, nûnerên MSDê dê beşdarî wê civînê bibin.

    Dirar bi rojnameya Qudsê re axivî û got, "baweriya me bi hevaliya me ya li gel amerîkiyan tê û em baş dizanin ku şiyana wan heye, biryarên encamên dawî bidin û em ne bilez in. Nexasim, heta civînên Cenevê nebin gotûbêjên rasteqîn, em pişta xwe bi wan ve girênadin û tiştê niha çêdibe, tenê navbirek e ku li ser hesabê xwîna sûriyan e. Îca gava gotûbêjên rast hebin, dê ti kes me ji maseyê dûr nexe. Em in ên ku wêneyê Sûriyeya nû xêz dikin û bêyî me, çareserî peyda nabe."

    "RÛSYA DÊ LI DIJÎ DESTWERDANÊN DERVE LI GEL ME BE"

    Derbarê helwesta Rûsyayê de jî, Dirarî diyar kir ku ya giring ji bo wan ew e ku Rûsya hevalbenda wan be û li himberî destwerdanên derve û gefan heyî yên ji dewletên cîhan û herêmî bi wan re be û bal kişand ser helwesta Rûsyayê ya dawî ku gotiye, divê hêzên Sûriyeya Demokratîk beşdarî çareseriya dawî ya Sûriyeyê bibin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Me li hêzên HSDê yên li Dêra Zorê nexistiye
    HSDê avahiya Walîtiya DAIŞê kontrol kir
    Berdevkê HSDê: Li Reqayê 250-300 terorîstê DAIŞî mane
    HSDê li Reqayê şerekî nû ragihand
    Fermandarê HSDê Roj Kobanî: Hindik ma Reqqa ji DAIŞê bê paqijkirin
    Etîketan:
    MSD, Riyad Dirar, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de