17:30 18 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    YPGê di derbarê Telal Silo de daxuyanî da

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 70

    Berdevkê YPGê Nûrî Mahmûd di derbarê bûyera Berdevkê HSDê Telal Silo de diyar kir ku Telal Silo di serdema dawiyê de mijarên madî û malbatî dikir pirsgirêk û got, "Ev bûyer bi qasî tê dîtin operasyoneke MITê ye. Metnek hatiye amadekirin û wê metnê bi Telal Silo didin xwendin."

    Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mahmûd di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa ANFê de behsa bûyera Telal Silo kir û got, "Telal Silo di serdemên dawiyê de mijarên madî û malbatî dikir pirsgirêk. Du zarokên wî li Tirkiyeyê dixwend. Bi qasî tê dîtin, bûyer operasyoneke MITê ye. Bi rêya malbata Telal Silo fişar li wî kirin û neçar hiştin ku ew biçe Tirkiyeyê."

    Mahmûd diyar kir ku ew îdiayên bi devê Telal Silo hatine gotin, beriya niha jî ji aliyê çapemeniya Tirk ve dihatin gotin û wisa berdewam kir: "Gava çapemeniya Tirk baş were şopandin, dê were dîtin, ku beriya Silo jî ev îdia dihatin gotin. Ev îdia bi salane ji aliyê desthilatiya Tirk ve tê gotin. Niha tenê metnek hatiye amadekirin û vê metnê bi Telal Silo didin xwendin."

    Berdevkê YPGê anî ziman ku ev bûyer bi zanebûn rastî dema doza Riza Zerrab anîn, ku niha li Amerîkayê tê dîtin û got, "Dewleta Tirk dixwaze bi vî awayî Amerîkayê têxe rewşeke zehmet. Dixwazin Telal Silo li hemberî doza Zerrab wekî qoz û şantajekê bi kar bîne û hewl didin piştgiriya Amerîka ya ji bo HSDê wekî nerewa nişan bidin."

    Bi heman mijarî:

    HSD: Tirkiye şantajê li Silo dike
    Reuters: Berdevkê YPGê Telal Silo derbasî Tirkiyê bû
    Telal Silo xwe spart Artêşa Azad a Sûriyeyê
    Amerîkayê bersiva berdevkê HSDê Telal Silo da
    Berdevkê HSDê Telal Silo dev ji karê xwe berda
    Etîketan:
    MIT, Berdevkê YPGê, Telal Silo, Nurî Mehmûd, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de