22:17 17 Kanûn 2017
Zindî
    Jinên kurd - Rojava

    ‘Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê dîrokî bûn lê partî baş ne amade bûn'

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyeyê, nivîskar û lêkolîner Dilawer Zengî derbarê hilbijartinan de ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û diyar kir ku li gel kêmasiyan jî ev hilbijartin gaveke dîrokî û serkeftî bû lê dîsa jî partî û birêveberiya xweser dikarî xwe baştir amade bike û kêmasiyan ji nav bibe.

    Dilyar Amûdî

    Komseriya Bilind a Hijbijartinan di civîneke çapemeniyê de encamên hilbijartinên birêveberiyên herêmî yên her sê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Cizîr, Firat û Efrîn) yên ku di yekê 1ê vê mehê bi rê ve çûbûn duh eşkere kirin.

    "EV DERFET, DERFETEKE ZÊRÎN"

    Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyeyê, nivîskar û lêkolîner Dilawer Zengî derbarê hilbijartinan de ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û diyar kir ku hilbijartin erênî û serkeftî bûn li gel ku kêmasî jî hebûn û wiha got: "Hilbijartin mafekê xwezayî ye, bi taybetî di civakên ku nirxên demokrasiyê li wan rûniştî de. Mixabin taybetmendiyeke rewşa me heye ku (ew nirx) bi tevahî rûneniştiye. Em nikarin bibêjin ku her tiştê hat kirin bi pîvanên xwestî hat kirin lê bi baweriya min, ev derfeta ku ketiye destê kurdan, derfeteke zêrîn e. Kurd bikarin biryarê bidin û çanda hilbijartinê di nava civaka xwe de berdewam bikin. Ev tiştekî gelekî erênî û baş e ku cara yekem e, miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê ne di bin siya rejîmê de derbasî hilbijartinên bibin û ew bixwe biryara xwe didin û bi rengekî serbest û azad biryara xwe didin.

    PÊKHATEYAN DÎT BÊ BIRÊVEBERIYA KURDAN ÇAWA YE

    Zengî destnîşan kir ku sûdeke din a van hilbijartinan jî ew bû ku nîşanî pêkhateyên herêmê da, eger birêveberî têkeve destê kurdan, dê mafê her kesî parastî be û got: "Herwiha ev hilbijartin dê çandeyeke din jî çêke ku bawerî bi pêkhateyên herêmê re çêbibe û têbigihêjin ku gava birêveberî têkeve destê kurdan, aramî dê li herêmê çêbibe û mafê her kesî û her pêkhateyê dê parastî be, çi ereb, çi aşûrî yan çi siryanî be, dê mafê her kesî parastî be."

    "HINEK PARTIYAN JI BÎR KIR KU HILBIJARTIN JI BO BERJEWNDIYÊN MILETÎ TÊN KIRIN"

    Derbarê dengdan û pêvajoya wê de jî, nivîskarê kurd bal kişand ser hinek astengiyan û ew wiha rêz kirin: Gelek kesên ku diçûn dengê xwe bidin nexwendî bûn û wan nedizanî bê çawa dengên xwe bidin. Hinek kêmasiyên din jî hebûn ku kampanya dikirin, heta roja hilbijartinê dewam dikin lê diviyabû ku berî 24 saetan an jî 48 saetan rawestin. Hinek partî û rêxistinên me jî hebûn ku ketine ber pêla nakokiyên xwe û ketin kula partîtiya xwe ya teng û wan partiyan nekarî ku berjewndiyên miletê xwe bînin pêş.

    Ji aliyê din ve, Zengî bêyî ku nav bide destnîşan kir ku hinek partiyan xwe baş ji hilbijartinan re amade nekiribû û jixwe piştî wê jî baş diyar bû ku nakokî jî di nav wan de peyda bûn û wiha pê de çû: Ev jî wê diyar dike ku piştî şeş salan jî hîn partî ji vê qonaxê re ne amade ne û hîn ji nakokiyên partîtiya teng xelas nebûne û wan berê xwe nedaye daxwazên miletê xwe û ji bîr kir ku nûnerên civaka xwe ne û lewra di vê ezmûna hilbijartinên de şkest in.Wan partiyan ev berpirsyarî hilnegirt û negot ku divê em binerin bê miletê me çi dixwaze û em wan daxwazên wan bînin cih. "

    "GAVA PARTIYEK TENÊ SERDEST BE, BIPÊŞDEKETIN ÇÊNABE"

    Herwiha lêkolîner û nivîskarî bal kişand ser wê yekê jî ku hinek partî beşdarî pêvajoya hilbijartinan nebûn û diyar kir ku diviyabû ku partiyên din jî tev li vê pêvajoyê bibûna û sedema wê wiha rave kir: Ji ber em bixwazin nexwazin gava partiyek tenê serdest be, civak bi pêş de nakeve, divê hemû reng û partî di nava civaka siyasî de hebin daku civak bi pêş de bikeve û her kes bikare bi rola xwe rabe. Divê ev bibe rikeberî di nav partiyan de daku binerin bê kî dikare zêdetir xizmeta civaka xwe bike."

    "KÊMASIYÊN HEYÎ BANDOR LI DENGDANÊ NEKIRIYE"

    Di dawiyê de Zengî, hilbijartin wek gaveke dîrokî bi nav kir û teqez kir ku kêmasiyên çêbûne, bi ti awayî bandorek li ser birdyara hilbijêran nekiriye û got: Birêveberiya xweser gaveke dîrokî avêt lê dikarî berî hilbijartinan ev partî û rêxistinên ku tev li vî karî nebûbûn bidîtina û kêşeyên bi wan partiyan re çareser bikirina ji ber qonaxeke tenik û hestiyar li pêşberî wan heye û pêwîstiya wê qonaxê pê heye ew kêşe li ser maseyên werin çareserkirin lê ew gav nehat avêtin."

    Bi heman mijarî:

    Dengdana hilbijartinên Rojava 2 saetan hat dirêjkirin
    YE ji bo koçberên kurd yên rojava di zanîngehên Kurdistanê de kursiyên xwendinê vedike
    Şandeya Kurdistanê û şandeya HDPê û KCDê ligel rêveberiya Rojava civiyan
    PDK dixwaze ENKS beşdarî hilbijartinên Rojava bibe
    Şandeke Herêma Kurdistanê di bin serokayetiya PDKê de diçe Rojava
    Sputnikê, RT û saziyên medyayê yên DYAyê û rojava bandora wan li ser kurdan
    Etîketan:
    hilbijartin, Sputnik, Dilawer Zengî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de