13:42 18 Kanûn 2017
Zindî
    Telal Silo

    HSD: Tirkiye şantajê li Silo dike

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 50

    HSD ji bo hevpeyvînên Ajansa Anadoluyê li gel berdevkê berê yê HSDê Telal Siloyî daxuyaniyek da û tê ragihand ku "Tirkiye şantajê li Siloyî dike û rehîn digire daku HSDê xerab nîşan bide.

    Birêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî daxuyaniyek da û tê de ragihand ku "Ajansa Anadoluyê jî beşek e ji neyariya serkeftinên HSDê li dijî terorê û her carê derewekê li ser derewekê diafirîne daku vê hêzê xerab nîşan bide û çi ji destê wê tê daku tawanan têxe stûyê wan."

    Balî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, "îca niha jî Ajansa Anadolu tiştek bi navê daxuyaniyên Telal Siloyî ji me re derxist û li ser çend beşan weşandin ku wiha bawer dike, eger derewê dirêj bike, dê pêbaweriya wê di nav raya giştî de çêke lê rastî ji binî ve ne wisa ye."

    Rayedarê HSDê got ku "ev daxuyanî û gotinên ku dispêrin birêz Silo û mezinahiya derew û nakokiyên di nava van daxuyaniyan de careke din teqez dikin ku Tirkiye şantajê li mêrikî dike û wî rehîn digire daku tiştên berê hewl dabû bihûne, careke din pêk bîne. Lê vê carê (vî tiştî) li ser zimanê birêz Telal Silo dike ji bo HSDê xerab nîşan bide".

    Bi heman mijarî:

    Telal Silo:'Em ê Reqqayê jî wekî Şedadê rizgar bikin
    Telal Silo: Hêzên nû beşdarî operasyona Xezeba Firatê bûn
    Telal Silo: Rizgariya Reqayê nêz e
    Berdevkê HSDê Silo: ‘Em dixwazin têkiliyên baş bi Tirkiyeyê re deynin'
    Berdevkê HSDê Telal Silo dev ji karê xwe berda
    Amerîkayê bersiva berdevkê HSDê Telal Silo da
    Etîketan:
    HSD, Mistefa Balî, Telal Silo, Sûriye, Tirkiye, TIrkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de