08:47 24 Çile 2018
Zindî
    Rojava

    Rayedarên Rojava beşdarbûna şandeya Herêma Kurdistanê di hilbijartinan de nirxand

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Roja îniyê Birêveberiya Xweser li bakurê Sûriyeyê hilbijartinên xwecihî bi rê ve birin ku şandeyeke çavdêr ji Parlementoya Herêma Kurdistanê bi serokatiya PDKê jî tê de beşdar bûbû. Rayedarên Federasyona Bakurê Sûriyeyê û pisporan beşdarbûna wê şandeyê nirxand.

    Roja îniyê Birêveberiya Xweser li bakurê Sûriyeyê hilbijartinên xwecihî bi rê ve birin ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dema wê ji bo du saetan dirêj kiribû.

    Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Rûken Îbrahîmê ragihandibû ku "hilbijartin di atmosfereke demokratîk de bi rê ve çûn û hemû pêkhate bi awayekî baş beşdar bûn. Hîn hejmartina dengan bi dawî nebûye û hîn me tarîxa ragihandina encaman diyar nekiriye."

    Hêjayî gotinê ye ku beşdarbûna şandeyeke ji Parlementoya Kurdistanê bo çavdêriya hilbijartinan bike wek pêngaveke giringî ji aliyê rayedarên birêveberiya xweser ve hat nirxandin.

    "BEŞDARBÛNA ŞANDEYA KURDISTANÊ ERÊNÎ YE"

    Hevseroka Encûmena Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif  ji Spûtnîk Kurdistanê re axivîbû û  beşdarbûna şandeya herêma Kurdistanê wek gaveke erênî bi nav kiribû û derbarê mijarê de wiha gotibû:  Hîn zû ye ku mirov bibêje, têkiliyên Herêma Kurdistanê û Birêveberiya Xweser baştir dibin. Bi demê re, ev dê baştir diyar bibe. Lê ev gaveke erênî ye. Mirov niha nikare bibêje ku her tişt dê were çareserkirin an jî dê çareseriyeke siyasî bîne.

    "ŞANDEYA HERÊMA KURDISTANÊ TÊ WATEYA NASÎNA FEDERASYONA ROJAVA"

    Li gorî nûçeya Al Mudonê, pêwîstiya birêveberiya xweser bi piştgiriya Herêma Kurdistanê heye ji bo ku piştigriya xelkê bi dest bixe, nexasim ku beşek ji kurdên rojava piştgiriya ENSKê dikin ku ew jî dijberê PYDê ne û piştgiriya xwe ji Herêma Kurdistanê digirin.

    Herwiha li gorî heman malperê serkirdayetiya PYDê Hediye Yûsifê jî gotiye ku beşdarbûna wê şandeyê tê wateya nasîna federasyonê.

    "HIKÛMETA KURDISTANÊ DAXWAZÊN GORAN Û YNKÊ ANÎN CIH"

    Ji aliyê din ve, Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmedê ji heman malperê re gotiye, "boykota ENKSê ji hilbijartinan re rola wê ya siyasî bi dawî kir.

    Hinek alî jî hene ku beşdarbûna PDK di nava şandeya Parlementoya Herêma Kurdistanê de bo çavdêrkirina hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê wiha dinirxînin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hewl dide nava mala kurdî serrast bike û di vê çarçoveyê de daxwazên Goran û YNKê anîne cih ku têkiliyên xwe li PYDê baş bike.

    "TIRKIYEYÊ FIŞAR KIRIYE DAKU TÊKILIYÊN ENKSÊ Û HERÊMA KURDISTANÊ QELS BIKE"

    Serkirdayetiyê ENKSê Hişyar Mîranî diyar kir, sedema ku Hewas Egîd di şûna EbdulhekÎm Bişar û Fûad Elîko de cih di Heyeta Bilind a Gotûbêjan a dijberiya Sûriyeyê de girtiye, fişarên herêmî ne, nexasim fişarên Tirkiyeyê ne daku têkiliya ENKSê bi herêma Kurdistanê re qels bike.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîka ji bo başûr dewlet û ji bo Rojava jî otonomê dixwaze'
    Barzanî: Piştgiriya kurdên Rojava dilê me germ kir
    Tirkiye ji ber Rojava nikare deriyê sînor ê Xêbûrê bigre
    Birêveberiya Rojava biryareke nû ji bo muçeyan da
    Partiyên Rojava: Em amade ne bi Şamê re gotûbêjan bikin
    Birêveberiya Xweser ji bo Rojava û Herêma Kurdistanê banga yekrêziyê kir
    Etîketan:
    Ilham Ehmed, Foza Yûsif, Kurdistan, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de