18:13 17 Çile 2018
Zindî
    hsd-qsd-hsdê

    YPG: Washingtonê bi fermî ji me re gotiye dê ji Sûriyeyê venekişe

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 50

    Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo duh ragihand ku "hêzên amerîkî dê li Sûriyeyê bimînin heta ku veguhestineke siyasî li Şamê pêk were û pergaleke nû ya siyasî çêbibe" û diyar kir ku heta niha ti guhertin di çekdana DYAyê bo HSDê pêk nehatiye.

    YPGê îro ji bo Dêra Zorê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku wan bi alîkariya Rûsya û hevpeymana navdewletî ya DYA pêşengiya wê dike tevahiya çoltera Dêra Zorê kontrol kiriye.

    YPG 23% JI XAKA SÛRIYEYÊ KONTROL DIKE

    Hemo bi rojnameya Eşerq el Elwsetê re axivî û di hevpeyvînê de diyar kir ku HSDê bi alîkariya piştgiriya Hevpeymana Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike û piştgiriya lojîstîkî û hewayî ya rûsî û bi saya odeya hevpar a Artêşa Rûsyayê û yekîneyan aliyê rojhilatî yê Firatê yê Dêra Zorê ji DAIŞê rizgar kiriye û bi vî awayî berfirehiya herêmên ku YPGê kontrol dike gihiştiye 23% ji xaka Sûriyeyê.

    "ARTÊŞA AMERÎKAYÊ 5 BAREGEHÊN SABIT LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ AVA KIRINE"

    Herwiha li gorî nûçeyê, Rayedarên amerîkî ku nûnerê Serokê Amerîkayê bo şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk jî di nav wan de ye bi awayekî fermî  ji fermandariya HSDê re ragihandiye ku hêzên amerîkî dê li Sûriyeyê bimînin heta ku veguhestineke siyasî li Şamê pêk were û pergaleke nû ya siyasî çêbibe" û li gorî Hemoyî, heta niha ti guhertin di çekdana DYAyê bo HSDê pêk nehatiye ku Artêşa Amerîkayê 5 baregehên leşkerî yên sabit ava kirine û hinek navendên livbar jî ava kirine.

    HERÊMÊN HSD KONTROL KIRINE, ÇAWA NE?

    Hêjayî gotinê ye ku piştî ragihandina kontrolkirina herêmên rojhilatî yên Firatê, êdî HSDya ku YPG pêşengiya wê dike, piraniya herêmên "sûdmend" ên Sûriyeyê kontrol dike ku bîrên petrol û gazê û çavkaniyên avê li gel sê bendavan li wê herêmê ne û herwiha têra xwe bi çandina pembû, genim û cehî dewlemend in.

    Eger herêma Efrînê li gel herêmên rojhilatê Firatê werin hesibandin, HSD 22-22% ji erda Sûriyeyê kontrol dike ku bi qasî 185 kîlometreyên çargoşeyî tê hesibandin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Em piştgiriya Siûdî ya yekkirina muxalefeta Sûriyeyê dikin
    Pûtîn: 98% ji erda Sûriyeyê di kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de ye
    KCK: Yên ku mafên wan li ser Bakurê Sûriyeyê û Rojava heye, kurd in
    De Mistura: Ez ê li gel Lavrov û Şoygû Cenev û Konferansa Sûriyeyê gotûbêj bikim
    ‘Artêşa Rûsyayê çekên elektromanyetîk li Sûriyeyê bikar anî'
    Peskov: Rûsya îtîrazên Tirkiyeyê yên Diyaloga Konseya Sûriyeyê dizane
    Etîketan:
    YPG, HSD, Sîpan Hemo, Rûsya, Sûriye, Dêra Zorê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de