09:20 22 Gulan 2018
    YPG-Efrin

    YPGê bo Dêra Zorê daxuyaniyek da: Bi alîkariya Rûsya û hevpeymanê me Dêra Zor kontrol kir

    © AFP 2018 / George OURFALIAN /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 70

    YPGê jibo Dêra Zorê daxuyaniyek da û ragihand ku wan bi alîkariya Rûsya û hevpeymana navdewletî ya DYA pêşengiya wê dike tevahiya çoltera Dêra Zorê kontrol kir.

    Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên hevpeymana Navdewletî û Rûsyayê piştgiriya hewayî û lojîstîkî û herwiha kordînasyon û şêwirmendî dane wan daku çoltera rojhilatî ya parêzgeha Dêra Zorê vegerînin.

    ​Herwiha YPGê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêvî dikin ew piştgirî zêde bibe û parastin û piştgiriya hewayî bê dabînkirin.

    YPGÊ BANGÎ RÛSYA Û AMERÎKAYÊ KIR

    Di berdewamiya daxuyaniyê de YPGê destnîşan kir ku "bidawîbûna şerî, êdî em lipêşberî peywirên stratejîk in ku em jiyaneke aştiyane damezirînin û binesaziyan ava bikin.

    Ji aliyê din ve, YPG ragihand ku dê encûmen û birêveberiyên herêmî damezirînin ku ji eşîr, mezin û kesayetên rêzdar pêk tê daku nûneritiya hemû pêkhateyan herêmê yên ereb û kurd û yên din bikin.

    YPG bangî hêzên navdewletî yên li Sûriyeyê dixebitin û di serî de Rûsya û Amerîka kir ku bibin garantor ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk û herwiha herêmên rizgarkirî biparêze.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Armanca YPGê ne şerê DAIŞê ye
    'Hesasiyeta me ya PYD û YPGê diyar, Rûsya jî vê yekê baş dizane'
    Dîmenên navgînên amerîkî yên ji YPGê re hatine şandin
    Di navbera artêşa Tirk û YPGê de şer derket
    ‘Operasyona Reqayê qediya divê êdî Amerîka têkiliya xwe bi YPGê re bibire'
    Amerîka çekên giran û 120 wesayîtên Hûmmerê ji YPGê re şandin
    Li Parlemana Almanyayê alaya YPGê hate hildan
    Etîketan:
    YPG, Amerîk, Dêra Zorê, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de