12:36 24 Çile 2018
Zindî
    HSD / Reqa

    Li Siwêdanê şerê man û nemanê: 72 kuştî

    © REUTERS/ Zohra Bensemra
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Di operasyona Bagera Cîzîrê ya li gundê Siwêdana Dêra Zorê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di pevçûnan de 72 milîtanên terorîst ê DAIŞê hatin kuştin.

    Operasyona Bagera Cizîrê di roja xwe ya 85emîn de bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Li gundê Siwêdana ku 25 kîlomatroyan dikeve rojhilatê Dêra Zorê 3 roj in şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di encama şerê giran ê Siwêdanê de heta niha 72 milîtanên terorîst ê DAIŞê ji aliyê şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG peşengiya wan dike ve hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî di pevçûnan de, wesayîtek doçka barkirî hat îmhakirin û ji xeyrî miqdarek cebilxane 5 terorîstên DAIŞê dîl hatin desteserkirin. Li gorî agahiyan di pevçûnan de 7 şervanên HSDê jî jiyana xwe ji dest dane.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Gelo çek di destê me de dimîne an ne ku em ji paşve bidin
    HSD: Amerîkayê doh ji me re çek û cebilxane şandin
    Rayedarekî PYD: HSD heye beşdarî artêşa Sûriyê bibe
    HSD ji bo Telal Siloyî: Bi destê îstîxbarata Tirkiyeyê winda bûye
    Berdevkê Koalîsyonê ji bo HSD got: Em şirîkên xwe diparêzin
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de