17:35 18 Kanûn 2017
Zindî
    HSD

    HSDyî yê Brîtanî ku li Reqa şer kiribû: "Me DAIŞ têk bir"

    © AP Photo/ Syrian Democratic Forces
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Macer Giffordê Brîtanî ku di nav HSD ya ku pêşengiya wê YPGê dikir de li hember DAIŞê şer dikir ragihand ku Serokê Sûriyê Beşar Esad serkeftiyê vê krîzê ye û dê wezîfeya xwe berdewam bike. Herwiha Gifford da zanîn ku wan Reqa ji DAIŞê xelas kirine û DAIŞ têk birine.

    Giffordê ku ji televizyona Russia Today re axivî diyar kir ku bangawaziyên Amerîka û Brîtanya yên ku ji Esad re dibêjin dev ji wezîfeyê berde ne rasteqînin û dê Esad bi hêsanî ji wezîfeyê neye bi dûr xistin.

    ‘DEWLETA KU KRÎZ HERÎ XERAB FÊHMKIRIYE BRÎTANYA YE'

    Gifford destnîşan kir ku: "Ez bawer nakim ku ev kriz rast fêhm kiribin. Dewleta ku kriz herî xerab fêhm kiriye Brîtanya ye. Lewra divê ferq bikin ku Esad bi serkeftin ji krîzê derketiye û li Helebê Artêşa Azad a Sûriyê tek biriye.

    "PÊŞEROJA ESAD DÊ SÛRIYEYÎ DİYAR BIKIN NE AMERÎKAYÎ Û BRÎTANYAYÎ"

    Gifford diyar kir ku ew dixwaze yekser li Sûriyê agirbest pêkwere û weha berdewam kir: "Dixwazim ku tevaya gelen Sûriyê li ser maseyê be."

    "DI VÊ MIJARÊ DE HSD DIKARE ROLEKE GIRING BILÎZE"

    Gifford bal kêşande ser wê giringiya HSDê û weha axivî: "Pêdiviya me bi avakirina koalîsyoneke heye ku li ser pêşeroja mirovan, Sûriyeya demokratik a ku dê ji bo herkesi were avakirin, li ser Sûriyeyeka laîk were axaftin. HSD di vê mijarê de dibe ku roleke giring bilîze. Sûriyeyî bêtir dixwaz in ku Esad bimîne. Heya ku demokrasi hebe dê gel pêşeroja Esad diyar bike."

    TIRKIYE Û EREBISTANA SIÛDÎ, TEVAHIYA SÛRIYÊ TEMSÎL NAKIN"

    Li gor Gifford Brîtanya, Amerîka, Tirkiye û Erebistan Siûdî ji ber ku tevahiya Sûriyê temsil nakin kêşeyan dijîn. Gifford diyar dike ku ev dewlet piştgiriya ASAyê dikin ku bi qasî DAIŞê xeternak e.

    "EZ PIŞTGIRIYA PLANA RÛSYA DIKIM LÊ DIVÊ KURD JÎ LI SER MASÊ BIN"

    Gifford da zanîn ku ew piştgiriya plana aştiyê ya Rûsyayê dike ku Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê dihewîne. Gifford dewstnîşan kir ku lê bele heke li ser maseyê cih nedin kurdan dê ji aliye temsiliyetê ve bi kêşe be û weha pê de çû: "Dibe ku plana Rûsyayê pir bikêr were lê bele ne bi halê xwe yê niha. Divê Moskow serî li ber fişarên Enqerê û Riyadê netewînin ku dibêjin bila kurd beşdar nebin. Heke ev kesên ku ji % 25ên axên Sûriyê kontrol dikin, demokratik û Sûriyeyî neyên vexwendin ne tiştekî rasteqîne û peymanên pêşerojê jî dê baş neyên sepandin."

    "LI REQAYÊ BI SEDAN ŞERVANÊN HSDê JIYANA XWE JI DEST DAN"

    Ji hela din ve Gifford aşkere kir ku bi rizgarkirina Reqayê re barek ji ser milên wan rabûye û weha berdeewam kir: "Ev sê salê ez ji bo vê têdikoşiyam. Têkoşîneke kujer û zehmet bû. Bi sedan endamên HSDê jiyana xwe ji dest dan. Bajêr ji ber bomberdûmanan û taktîkên DAIŞê zirareke mezin dît. Bi dawîbûna van tevan rehetiyeke xweş bû. DAIŞ a ku li Reqayê û Musilê têk çû êdî belav bû. DAIŞ ji her alî ve dewlet bû. Binesziya wan, finansmana wan û axên wan hebûn. Lê êdî ev tunene, me ew têk birin."

    Bi heman mijarî:

    HSD: Amerîkayê doh ji me re çek û cebilxane şandin
    Rayedarekî PYD: HSD heye beşdarî artêşa Sûriyê bibe
    HSD ji bo Telal Siloyî: Bi destê îstîxbarata Tirkiyeyê winda bûye
    Endamekî YPGê yê Brîtanî jiyana xwe ji dest da
    Şirketa Brîtanî: Hilberîna petrole ya Kurdistanê dê dewam bike
    Îraqê ji şîrketa Brîtanî BP re pêşniyara deranîna nefta li Kerkûkê kir
    Etîketan:
    koalîsyon, krîz, şer, Russia Today, Macer Gifford, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de