11:56 27 Nîsan 2018
    Civînên Cenevê yên Sûriyeyê

    Heyeta Bilind a Gotûbêjan a dijberiya Sûriyeyê navê endamên xwe xwe eşkere kir

    © AFP 2018 / Fabrice Coffrini/Pool
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Heyeta Bilind a Gotûbêjên Sûriyeyê navê endamên heyetê yên ku dê sibe beşdarî civîna Cenevê bibin eşkere kir.

    Rûpela Medyayî ya Dijberiya Sûriyeyê destnîşan kir ku şandeya gotûbêjên Cenevê dê ji serokê Şandeyê Nesir El Herîrî, Xalid Mehamîd, Cemal Silêman, Henadî Ebû Ereb, Hadî Behre, Ebdilehed Estîfo, Hewas Xelîl, Sefwan Ekaş, Elîs Mufric, Ehmed Esrawî, Firas Xalidî, Munîr Derwêş, Qasim Xetîb, Omer Nehas, Mihemed Duhnî, Ehmed Ewde, Yaser Ebdurehîm, Besme Qedmanî, Tariq Kurdî, Muhened Dîqan, Yûsif Selman û Samî Bîtincane.

    Li gorî daxuyaniyê, Yihya Erîdî dê berdevkê fermî yê şandeyê be û hat diyarkirin ku El Herîrî dê li gel beşekî mezin ên şandeya gotûbêjker dê îro saet şeşê êvarî bigihêjin Cenevê.

    TENÊ YEK KURD DI NAV HEYETA GOTÛBÊJKER A DIJBERIYA SÛRIYEYÊ DE HEYE

    Hêjayî gotinê ye ku aliyên dijberiya Sûriyeyê yên çarşema borîdi civîna Riyad-2yê de beşdar bûn şandeyeke hevbeş damezirand ku ji 36 kesan pêk tê û tenê kurdek di wê şandeyê de heye.

    Nivîsgeha Medyayî ya Heyetê ragihand ku lîsteya 50 kesî dê bibe heyeta bilind a şêwirmendiyê û navê wê bibe Sekreteriya Giştî û hejmar bi lihevkirinê bo 36 kesan hatiye kêmkirin daku bibandortir be.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Me soz nedaye ti kesî ku hêzên Îran piştgiriya wan dike ji Sûriyeyê vekişin
    Sûriyeyê bersiva wezîrê amerîkî Mattis da
    PYD: Baştir e ku Amerîka zêdetir li Sûriyeyê bimîne
    Telal Silo xwe spart Artêşa Azad a Sûriyeyê
    Rûsyayê li KENYyê pêşnûmaya Sûriyeyê veto kir
    'Rûsya, li Sûriyeyê divê baweriya xwe ne bi Amerîkayê bi Tirkiye û Îranê bîne'
    Rêjeya zîrekîtiya Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê çiqas e?
    Lavrov: Dê Pûtîn, Erdogan û Rûhanî biryara dawî ya kongreya Sûriyeyê bidin
    Etîketan:
    Dijberiya Sûriyeyê, Yihya Erîdî, Nesir El Herîrî, SÛriye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de