15:06 22 Çile 2018
Zindî
    Leşkerê Sûriyê-El Karyatin

    Ji Sûriyê helwesteke nû: Dibe em xeta rêhesina Tirkiyê ava bikin

    © AFP 2018/ LOUAI BESHARA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyê Elî Hemûd ragihand ku piştî li Sûriyê têkoşîna dij terorê bi dawî bû û şer û pevçûn sekinîn ew plan dikin ku rêyên nav welêt temîr bikin û dibe ku em xeta rêhesina Tirkiyê ava bikin.

    Hemûd ji Sputnikê re axivî û qala zirarên ku şer daye binesaziya Sûriyê û planên xwe yên pêşerojê kir.

    'PÊDIVÎ BI RAZEMENIYEKE 4.7 MILYAR DOLAR HEYE'

    Hemûd destnîşan kir ku ji bo zirare gihiştiye binesaziya Sûriyê ji holê rabe divê ew razemeniyeke bi qasî 4.7 milyar dolar bikin. Hemûd diyar kir ku ji serê krîza Sûriyê ve beşek giring ya rêyan û pirên li ser çemê Firatê jî tê de 50 pirên otobanê û 17 pirên rêyên rêhesinî rûxiyane û weha berdewam kir: "Bi tevahî ji %50ên rêyên navbera bajaran yanî 4095 kîlomtere rê hatine rûxandin. Rêya heyî ya 2400 kîlometreyî jî bi rêjeyeke ji %75an zirar dîtiye.

    'EWILÊ EM Ê RÊYÊN NAV WELÊT TEMÎR BIKIN'

    Ji hêla din ve Hemûd da zanîn ku ew dê di projeyên pêşerojê de serekiyê bidin temîrkirina rêyên nav welêt û paşê jî ew plan dikin rêhesinên ku diçin Iraq, Îran, Urdun û îhtîmaleke ku biçin Tirkiyê û Çînê dê ava bikin.

    'EM DIFIKIRIN BENDERÊN LI TARTÛS Û LEZQIYE BERFIREHTIR BIKIN'

    Hemûd diyar kir ew plan dikin ku benderên Tartûs û Lezqiyê berfirehtir bikin.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Em encama lutkeya Soçiyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin
    Erdogan dê li Soçiyê bi Pûtîn û Rûhanî re hevdîtin pêk bîne: Mijar Sûriye ye
    Sûriye. Destpêka dawiyê ye?
    Sûriye: Hebûna Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê ne rewa ye
    Sûriye: Em hebûna leşkerî ya Tirkiyê wek êrîşkarî û dagirkerî dibînin
    Pûtîn û Erdogan axivîn: Projeyên enerjiyê û Sûriye hat gotûbêjkirin
    Etîketan:
    binesazî, pêşeroj, rêhesin, Sputnik, Elî Hemûd, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de