03:14 23 Nîsan 2018
    Şêwirmenda Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, Buseyna Şaban

    Şêwirmenda Esad: Em amade ne bi kesên baweriya wan bi çareseriya siyasî heye re rûnin

    © REUTERS / KHALED AL HARIRI
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Şêwirmenda serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad, Buseyna Şaban diyar kir ku ew amade ne ku bi kesên ku baweriyan bi çareseriya siyasî ya Sûriyeyê heye re rûnin.

    Buseyna Şaban ji Sputnikê re axivî û got, "Ji destpêka krîzê û ta niha rêveberiya Sûriyeyê di wê baweriyê de ye ku hemû gelên Sûriyeyê xwedî heman çarenûsê ne û ji bo diyaloga siyasî helwesteke erênî nişan da. Lewra em amade ne ku bi kesên ku baweriya wan bi çareseriya siyasî ya Sûriyeyê heye re rûnin."

    ‘SERKEFTINA KONGREYÊ GIRÊDAYÎ MUXALIFAN E'

    Şaban civîna doh a li Soçiyê ya ku biryara Kongreya Diyalogê ya Niştimanî ya Sûriyeyê hate stendin nirxand.

    Şaban diyar kir ku, "Serkeftina kongreyê girêdayî wê yekê ye ku komên dijber dawî li şîddetê bînin, çekan deynin û serwext bibin ku dema diyalogeke navnetewî hatiye. Divê em tesbît bikin ku opozîsyon dê bibe perçeyekî pêvajoya sîyasî an na."

    Bi heman mijarî:

    ‘Di demeke nêzîk de danûstandin bi Bexdayê re dest pê dike’
    Serdozgeriyê bersiv da serlêdana parêzerên Ocalan
    Doz li Barzanî, Talabanî û Kerîm hat vekirin
    Dema Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an a li Rûsyayê dê hinek mitîng û meş bêne sînordar kirin
    Eksperê rûsî: Amerîka tenê bi saya kurdan dikare li Sûrîyeyê bimîne
    Etîketan:
    Kongreya Diyalogê ya Niştimanî ya Sûriyeyê, Çareseriya Sûriyeyê, Buseyna Şaban, Soçi, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de