22:35 17 Kanûn 2017
Zindî
    YPG-Efrin

    'Rûsya û Îran di mijara YPGê de ji Tirkiyeyê cuda difikirin'

    © AFP 2017/ George OURFALIAN /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 70

    Rojnameger û nivîskar Nevzat Çiçek li ser vexwendina YPGê bo Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê ragihand ku gotina vexwendina hemû aliyên li Sûriyeyê, pênaseyeke sînor-vekirî ye, ji ber vê yekê em nikarin bibêjin ku hemû komên li Sûriyeyê dê wek alî werin hesibandin û eşkere kir ku Rûsya û Îran di mijara YPGê de ji Tirkiyeyê cuda difikirin.

    Piştî civîna li bajarê Soçiyê ya Rûsyayê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi daxuyaniyeke hevpar eşkere kiribûn ku ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê, Kongreya Dîyaloga Niştîmanî ya Sûriyeyê were lidarxistin. Rojnameger û nivîskar Nevzat Çiçek derbarê mijarê de ji Sputniê re axivî û diyar kir ku gotina vexwendina hemû aliyên li Sûriyeyê, pênaseyeke ku sînorê wî vekiriye û wiha pê de çû:

    ‘HEMÛ KOMÊN LI SÛRIYEYÊ WEK ALÎ NAYÊN DÎTIN'

    "Gotina vexwendina hemû aliyên li Sûriyeyê, pênaseyeke ku sînorê wî vekiriye. Em çima dikarin vê yekê bibijên dema ku em ji aliyê Tirkiyeyê ve li mijara binêrin, YPGê bo vexwendinê wek alî nayê dîtin. Divê navberî de hin kom ji aliyên hêzên navneteweyî, Rûsya, Îran û Sûriyeyê ve wek alî nayên dîtin. Ji ber vê yekê jî gelek kom ji aliyê hemû hêzan ve nayên qebûlkirin. Divê beriya hertiştî ev mijar were zelalkirin. Lewre em nikarin bibêjin ku hemû kom li Sûriyeyê wek alî tên hesibandin, ev tişt şaş e."

    ‘NÊRÎNA RÛSYA, ÎRANÊ DI MIJARA YPGê DE JI TIRKIYEYÊ CUDARTIR E'

    Çiçek di berdewiya axaftina xwe de got: "Tirkiye niha Yekîneya Parastina Gel (YPG) wek rêxistineke terorî dibîne, lê hêzên navneteweyî YPGê wek rêxistineke terorî nabînin. Ji ber vê yekê jî nêrîna Rûsya û Tirkiyeyê di mijara YPGê de ji Tirkiyeyê cudatir e. Ji ber vê yekê jî Tirkiye polîtîkaya xwe yê Sûriyeyê dê demeke dirêj bide dewamkirin û di mijara YPGê de jî ji aktorên din gelek cuda bide meşandin. Ev yek jî ji aliyê Rûsya û Îranê ve ez nebawerim ku were qebûlkirin."

    ‘EFRÎN DÊ POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ ZELAL BIKE'

    Çiçek diyar kir ku ev mesele gelo ber bi astengiyan ve dice an ne, dê polîtîkaya Efrînê ango diyaloga rêveberiya Serokê Dewleta Rûsyayê Beşar Esad bi kurdan re dê diyar bike. Lewre hatibû qalkirin ku di pêşerojê de dibe rêveberiyeke federasyon were avakirin û rêveberiya Esad eşkere kiribû ku ji bo vê yekê re jî amadene. Tirkiye beriya Cenevreyê û piştî Cenevreyê dê helwesta xwe yê niha bide dewamkirin. Di vir de jî mudexaleya Efrînê dê siyaseta Tirkiyeyê zelal bike. Ji ber vê yekê jî ez bawer nakim ku guhertineke mezin di polîtîkaya Tirkiyeyê de çêbibe. Di vir de ez difikirin ku ji bilî helwesta Tirkiyeyê, helwesta Amerîkayê dê mekanîzmaya sêalî bixe zehmetiyan.

    ‘HELWESTA RÛSYA Û AMERÎKAYÊ BO EFRÎNÊ NÊZÎ HEV IN'

    Çiçek li ser mijara muhtemel operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê ya Tirkiyeyê destnîşan kir ku di mijara mudexaleya Tirkiyeyê li dijî Efrînê de helwesta Amerîkayê û Rûsyayê nêzî hev in û got: "Ez nebawerim ku Amerîka bi hêsanî dev ji siyaseta xwe yê li Sûriyeyê berde. Niha tê gotin ku DAIŞê hema hema bidawî bûye, lê şandina leşkeran, ji aliyê din ve biçekkirina YPGê li herêmê ya Amerîkayê dewam dike. Polîtîkaya Amerîkayê ya li ser Sûriyeyê naguhere. Ji ber vê yekê jî mijara YPGê him ji aliyê Amerîkayê him jî Rûsyayê ve Tirkiye tenê dihêle. Tirkiye vê polîtîkaya xwe ya li Sûriyeyê gelo bikare demek dirêj dewam bike, dema em li Sûriyeyê binêrin em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê demek dirêj vê yekê dewam bike."

    Çiçek, "Divê em bi rasteqînî biaxivin, eger hemû aliyên Sûriyeyê beşdarî hevdîtinên diyalogê nebin, krîz nayê çareserkirin û bi wekaletan dê dewam bike. Ji xwe çareseriyeke bi vê ewayî dê çawa biserkeve."

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê hikûmetê: Pêvajoya diyalogê ya navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê dike
    Rûsya: Di nêz de perava rojava ya çemê Firêt dê ji terorîstan were paqij kirin
    'Civîna sêalî ya li Soçiyê ji bo Amerîka û Ewropayê bû peyamek'
    Saziyek bi navê ‘Koalîsyona Yahudiyan ji bo Kudistanê' hat damezrandin
    Îran: Çekberdana Hîzbûllahê nayê muzakerekirin
    Etîketan:
    diyalog, YPG, Sputnik, Nevzat Çiçek, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de