10:21 23 Nîsan 2018
    Rojava

    Dijberiya Sûriyeyê ya li Riyadê: Pirsa kurdî giringtirîn pirsa welatî ye

    © AFP 2018 / LOUISA GOULIAMAKI
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Platforma dijberiya Sûriyeyê ya Riyadê piştî civînê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku divê Serokê Sûriyeyê Beşar Esad di qonaxa veguhêz de tine be.

    Li gorî daxuyaniya dawî ya civînê, "Dijberiya Sûriyeyê" pabendiyê pê dike ku saziyên leşkerî û ewlekariyê yên li Sûriyeyê ji ve saz bikin" û herwiha "wan li hev kiriye ku divê Serok Beşar Esad di qonaxa veguhêz de biçe."

    Herwiha hat teqezkirin ku ew li dijî detwerdanên herêmî û navdewletî ne, bi taybetî li dijî rola Îranê ne ku "istiqrar û ewlehiya herêmê têk dibe." û destnîşan kir ku "lihevkirinek çêbûye, civînên rasterast û bê merc li gel hikûmetê werin kirin."

    Derbarê pirsa kurdî de wiha gotin: "Beşdaran pabendiya xwe piştrast kiriye ku Sûriye pir-neteweyî û pir-çandeyî ye û mafê hemû neteweyan di destûrê de misogerkirî ye. Pirsa kurdî yek ji mijarên sereke yên welatî ye û divê dawî li polîtîkaya cudaker were."

    Ji aliyê din ve, Hemû beşdaran li ser wê yekê li hev kiriye ku pabendiyê bi yekîtî û ewlehiya axa Sûriyeyê bikin û pirsa kurdî wek beşek ji pirsa niştimanî bihesibînin.

    "Dijberiya Sûriyeyê" ya li Riyadê civiya diyar kir ku ev beyana dawî ya vê civînê tekane lêveger e ji heyeta bilind a gotûbêjker û şandeya wê re.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Îsa el Xelîfe wê li Soçiyê hevdîtinekê bikin
    Putin di 1ê Gulanê de diçe Soçiyê
    Rûsyayê, îdiayên dopîngê yên Olimpiyadên Soçiyê derewandin
    Rûsyayê Tirkiye ji bo civîna Soçiyê vexwend
    Serokomarî: Çavûşoglû û Lavrov dê li Soçiyê werin cem hev
    Çavuşoglu û Lavrov li Soçiyê kom bûn
    Pûtîn û Nazarbayev li Soçiyê hevdîtinekê pêk tînin
    Wezîrê Tirk li Soçiyê bi Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê û hemkarê xwe yê Rûs re civiya
    Etîketan:
    Riyad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de