09:56 20 Nîsan 2018
    hêzên amerîkî Rojava

    "Amerîka dê li Sûriyeyê bimîne û dê herêmeke cuda ava bike"

    © REUTERS / RODI SAID
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Rayedarên amerîkî ragihand ku piştî DAIŞê bi temamî têk biçe jî, niyeta wan tine ku hêzên xwe ji Sûriyeyê bikişînin daku bikarin fişarê li Serokê Sûriyeyê Beşar Esadî bikin.

    Rojnameya Washington Postê ragihand ku çavkaniyên taybet gotiye: "Hêzên amerîkî dê piştî têkbirina DAIŞê jî li Sûriyeyê li wan deverên ku HSDê kontrol dike bimînin, ji ber ku derketina wê tê wateya ku Îran û Beşar Esad bi ser kevin."

    Herwiha li gorî wê nûçeyê, "Hêzên amerîkî dê li cihên xwe yên berî bimînin û Hêzên Sûriyeyê dê careke din bikaribe deverên di destê HSDya ku YPG pêşengiya wê dikin kontrol bike."

    Nûçe diyar dike ku hejmara fermî ya leşkerên leşkerên amerîkî li Sûriyeyê, 503 ye û ew li wir in daku HSDê perwerde bike û alîkariya wan bike û wiha dewam dike: Lê tê bawerkirin ku hejmara rasteqîn bi gelekî zêdetir e".

    Ji aliyê din ve, tê gotin ku "mayîna hêzên amerîkî li Sûriyeyê nexasim li deverên di bin kontrola HSDê de û avakirina birêveberiyeke xweser ne girêdayî Şamê li wan deveran dê derfetê çêke ku fişarê li Hikûmeta Sûriyeyê bike".

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye hişyarî da Amerîkayê: Em ê bersivê bidin
    Sûriye: Enqere partnerê sereke yê terorîstan e
    ‘Ji ber ku YE naxwaze bibe hevsînorê Sûriye û Iraqê, endamtîya Tirkiyê naxwaze’
    Malikî ji bo Rûsyayê: Nehêlin ku Sûriye parçe bibe
    Pûtîn serkanên xwe re li ser Sûriye û têkiliyên bi Amerîkayê re nirxand
    Sûriye bersiva biryara hilbijartina kurdan da: Berdêla wê gelekî baş dizanin
    Etîketan:
    YPG, hsd, Beşar Esad, Îran, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de