05:52 20 Nîsan 2018
    Cumhurbaşkanı Recep Tayyip Erdoğan, Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin ve İran Cumhurbaşkanı Hasan Ruhani

    Dijberiya Sûriyeyê derbarê civîna Pûtîn Erdogan û Rûhanî de daxuyanî da

    © Sputnik /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Platforma Moskowê ku komek ji muxalîfên derveyê Sûriyeyê ye Qedrî Cemîl, ragihand ku daxuyaniya hevpar ya li Soçî yên serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo dest pê kirina pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê gavek berbiçev e.

    Cemîl bersiv da pirsên Sputnikê û daxuyaniya hevpar yê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî nirxand.

    Cemîl, "Hevdîtineke gelek girîng bû û biyarên gelek girîng hatin dayîn. Lewre ev yek bo me tê wateya destpêkirina pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê ku bingeheke berbiçev hat avêtin."

    Cemîl destnîşan kir ku daxuyaniya hevpar dê lezê bide pêvajoya Cenevê û got: "Hêzên tundrew ku ji dengeya hêzê fêm nakin naçin Cenevê. Ji xwe bila necin jî. Dê ev kom werin tecrîdkirin."

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê hikûmetê: Pêvajoya diyalogê ya navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê dike
    Rûsya: Di nêz de perava rojava ya çemê Firêt dê ji terorîstan were paqij kirin
    Saziyek bi navê ‘Koalîsyona Yahudiyan ji bo Kudistanê' hat damezrandin
    Îranê hejmara dawî ya miriyên erdhejê eşkere kir
    Etîketan:
    hevdîtin, daxuyanî, Sputnik, Qedrî Cemîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de