13:51 25 Nîsan 2018
    Şahoz Hesen

    Hevserokê PYDê: Çi civîna bê kurdan were kirin dê bi ser nekeve

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen ragihand, çi civîna li ser Sûriyeyê bê beşdarbûna kurdan pêk were, dê bi ser nekeve.

    Şahoz Hesen diyar kir ku ‘’divê neyê jibîrkirin ku kurd û pêkhateyên din yên li bakurê Sûriyeyê tev dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) serkeftineke mezin bi dest xistiye."

    "EM DIXWAZIN TEV LI CENEVÊ JÎ BIBIN"

    Hevserokê PYDê bi dengê Amerîkayê re axivî û got, "da zanîn ku ew ji aliyê Rûsyayê ve bo civîna li Soçiyê hatine vexwendin û ew dixwazin beşdarî kombûna li Cenevê jî bibin û wiha got: "Ji bo Soçiyê daxwaz heye ku em lê amade bibin. Me eşkere gotibû ku em dê wek partî yan kesayetî li wir amade nebin. Em dê li ser navê birêvebirîyên xweser yên li herêmên Efrîn, Kobanî û Cezîre beşdar bibin’’.

    "DIVÊ NY JI BO BEŞDARBÛNA KURDAN GAVÊN PRATÎK BIAVÊJE"

    Herwiha Hesenî diyar kir ku meclisên bajarên nû hatine rizgarkirin yên wek Reqa, Minbicê jî dê beşdarî civînê bibin.

    Hevserokê PYDê da zanîn ku Soçî dê gaveke be ji bo hevdîtinên Cenevê û got ku dixwazin, Neteweyên Yekbûyî (NY) bo beşdarbûna kurdan li wê civînê gavên pratîk biavêje.

    "TIRKIYE ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ BIKE, DÊ RASTÎ BERXEWDANEKE MEZIN WERE"

    Artêşa Iraqê
    © AFP 2018 / MOADH AL-DULAIMI
    Derbarê helwesta Tirkiyeyê de jî, Şahoz Hesen dîyar kir ku Tirkîye dixwaze ku ‘’rê li ber projeyên demokratîk yên kurdan bigire’’ û ger ew êrîşî axa Efrînê bike, dê bi "berxwedenake mezin’" rû bi rû bimîne.

    Hêjayî gotinê ye ku duh Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Soçiyê civiyabûn.
    Berdevkê Kremlînê Dimîtriy Peskov ragihand, "Di li lûtkeyê, serok li ser beşdarbûna kurdan bo Kongreya Diyaloga Nistimaniya Sûriyeyê hatiye axaftine û li ser pirsyara bê kurd jî dê beşdar bibin an na, wiha gotibû: "Divê beşdariyeke berfireh hebe.'

    Bi heman mijarî:

    Ji bo FIFA 2018 Kupaya Cîhanê parkeke nû hat çêkirin
    Li Stenbolê mûzikjeneke rûsî: Nadya Hobotova
    Neteweyên Yekbûyî banga bicihanîna Destûra Iraqê li Bexda û Hewlêrê kir
    Ji Parlamentoya Ewropayê biryara rêxistinên lîsteya terorê
    Li bajarê Mugla yê Tirkiyê erdhejeke dijwar çêbû
    Seferên Moskow-Saranskê yên FIFA 2018an 16ê Sibatê destpê dikin
    Sûriye: Em encama lutkeya Soçiyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin
    Etîketan:
    Kremlin, PYD, Şahoz Hesen, SÛriye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de