10:41 23 Nîsan 2018
    Li Soçiyê hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî

    ‘Hevdîtina Soçiyê ya serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê kêliyeke sembolîk e’

    © Sputnik / Michael Metzel/POOL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê Siyasetê yê Rûsî Doç. Dr. Sergey Seregiçev, li ser lutkeya sêalî ya Soçiyê diyar kir ku ji bo lihevkirina ser Sûriyê zemîneke qewîn çêkiriye.

    Mamosteyê Zanîngeha Zanistên Beşerî ya Dewleta Rûsyayê Doç. Dr. Sergey Seregiçev ji bo hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî got, "Ev kêliyeke sembolîk e."

    'MIJAR JI PIŞTEVANIYA LEŞKERÎ VEDIGUHERE PIŞGIRIYA CIVAKÎ Û ABORÎ'

    Seregiçev di nirxandina xwe de bal kişand ser rewşa nû ya pêvajoya çareseriya krîza Sûriyê û da zanîn, "Belê, em operasyonên lokal berdewam dikin. Helbet em alîkariya îstixbarata Sûriyê û artêşa wê dikin. Lê li vir mijar ji piştevaniya leşkerî vediguhere piştgiriya civakî û aborî. Ev pir girîng e. Lewra ger ev pirsgirêk werin çareserkirin, dê zemîneke baş ji bo lihevkirina Sûriyê çêbibe."

    'PÊWÎST E YEKÎTIYA SÛRIYÊ BÊ PARASTIN'

    Pisporê Rûsî herwiha got, ger hemwelatiyên Sûriyê bibin xwedî kar, mûçeyên xwe bistînin û bingeha aborî digel dezgehên civakî were avadankirin dê piştgiriya xwe ya bo grubên tundrew qut bikin, lewra ev ji bo parastina yekîtiya Sûriyê pêwîst e.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Em encama lutkeya Soçiyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin
    Seferên Moskow-Saranskê yên FIFA 2018an 16ê Sibatê destpê dikin
    Li bajarê Mugla yê Tirkiyê erdhejeke dijwar çêbû
    Neteweyên Yekbûyî banga bicihanîna Destûra Iraqê li Bexda û Hewlêrê kir
    Li Stenbolê mûzikjeneke rûsî: Nadya Hobotova
    Ji bo FIFA 2018 Kupaya Cîhanê parkeke nû hat çêkirin
    Etîketan:
    Li Soçiyê hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Li Soçiyê hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Sûriye, Tirkiye, Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de