13:44 18 Kanûn 2017
Zindî
    Deyr ez Zor

    Sedema girîngiya Dêra Zorê bo Amerîkayê çi ye?

    © REUTERS/ Mohamed al Khali
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 0 0

    Operasyona kontrolkirina Dêra Zorê ji DAIŞê ber bi bidawîbûnê ve tê. Herwiha Amerîkayê di çerçoveya operasyona Dêra Zorê de gelek çek û cibilxane ji HSDê re şandin. Rojnamevan û şîrovekarê siyasî Şîrwan Mele Îbrahîm ji Sputnikê re ragihand, sedema ku Amerîka girîngiyê dide Dêra Zorê çavkaniyên petrolê û rêgirtina li ber Îranê ku negihêje Sûriyeyê.

    Qasim Silêmanî
    © AFP 2017/ ISNA/MEHDI GHASEMI
    Herêma Dêra Zorê di destpêka qeyrana Sûriyeyê de piraniya bajar ketibû bin kontrola dijberiya Sûriyeyê. Herwiha tenê baregehên leşkerî û çavkaniyên petrolê di destê Hikûmeta Sûriyeyê de mabûn. Di sala 2014an de ji rojhilatê çoltera Dêra Zorê heta ser sînorê Iraqê ket bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê.

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku YPGê hêza wê ya sereke ye, di 10 Îlona 2017an de bi piştgiriya Hêzên Hevpeymana Navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, operasyona kontrolkirina Dêra Zorê ji rêxistina terorîst a DAIŞê dabû destpêkirin û paqijkirina DAIŞê ji herêmê dewam dike. Derbarê operasyona Dêra Zorê û girîngiya herêmê bo Amerîkayê çi ye? Rojnameger û şîrovekarê siyasî Şîrwam Mele Îbrahîm ji Sputnikê re axivî.

    ‘AMERÎKA JI BO ÇAVKANIYÊN PETROLÊ GIRÎNGIYÊ DIDE DÊRA ZORÊ'

    Îbrahîm destnîşan kir ku du sedem hene ku Amerîka giringiyê dide Dêra Zorê û got: "Wek ku tê zanîn Reqa paytexta rêxistina DAIŞê bû. Çawa li Iraqê Mûsil paytexta DAIŞê bû, li Sûriyeyê jî Reqa paytexta wê bû. Lê girîngiya ku Amerîka dide herêma Dêra Zorê çavkaniyên enerjiyê ne. Ev meseleya petrolê ye, ji ber ku li Sûriyeyê petrol li du parêzgehan heye û ev yek Heseke ku piraniya niştecihên wê kurd in, ya din jî herêma Dêra Zorê ye."

    ‘DÊRA ZOR JI BO RÊ LI BER ÎRANÊ BIGIRE BO AMERÎKAYÊ GIRÎNG E'

    Mele Îbrahîm destnîşan kir ku sedema duyem rêgirtina li ber Îranê ye û sedem wiha rave kir: "Sedema duyem ev e ku sînorê herêma Dêra Zorê bi Iraqê re heye. Îran dixwaze bi rêya rêxistina Heşda Şebî û hin rêxistinên din derbasî Sûriyeyê bibe. Amerîka bi vê yekê dixwaze rê li ber van rêxistinan bigire. Lewre gelek girîngiya wê bo Amerîkayê heye. Dêra Zor him di ware çavkaniyên petrolê de him jî di ware rê girtina Îranê de ji Amerîkayê re girîng e. Bi taybetî jî rêgirtina li ber Heşdî Şebî."

    Bi heman mijarî:

    Li Dêra Zorê karesat: Nêzî 100 sivîlî jiyana xwe ji dest da
    Li Dêra Zorê çekên kimyewî hatin dîtin
    Qasim Silêmanî li Dêra Zorê hat dîtin
    Li Dêra Zorê şerê dijwar: 7 kuştî
    Dîmenên kavilbûna Dêra Zorê hatin belavkirin
    Li Dêra Zorê wesayîteke bombekirî teqiya: 20 mirî
    Etîketan:
    HSD, petrol, DAIŞ, Sputnik, Şîrwan Mele Îbrahîm
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de