15:31 22 Sibat 2018
Zindî
    Hesekê- Rojava - YPG

    Mercên seferên ji Rojava bo Herêma Kurdistanê hatin ragihandin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Heyeta Karûbarên Navxweyî ya Herêma Cizîrê mercên pêwîst ji bo sefera di rêya deriyê Sêmalkayê bo Herêma Kurdistanê eşkere kirin.

    Medyaya herêmî ragihand, îro duşemê lîste hatiye ragihandin ku kesên xwediyê destûra îqametê, welatiyên biyanî, kesên nexweş û herwiha kesên zewicî yan jî xwedan peymanên hevpar dihewîne.

    Li gorî Arta FMê, Birêveberê Têkiliyên Deriyê Sêmalkayê Baz Ehmed diyar kiriye ku herwiha rewşên mirovî yên wek şîn û qezayên trafîkê jî di nav de ne.

    Ehmedî derbarê belgeyên pêwîst de wiha got: "Belgeyên ji bo seferê tên xwestin, wêneyekî nasnameyê, wêneyeke şexsî, pûleke malbatên şehîdan û belgeyeke komînan ku ji aliyê Encûmena Bajarî ve hatiye pesendkirin û herwiha kefîlek ji bo rewşên mirovî ne."

    Birêveberê Têkiliyên Deriyê Sêmalkayê ji bo kesên xwedî îqamet û welatitiyên biyanî, wêneyekî şexsî, wêneyekî nasnameyê li gel îqametê tên xwestin.

    Ji aliyê din ve, Ehmedî destnîşan kir ku vîzeyên çûna bo Herêma Kurdistanê yên di rêya deriyê Sêmalkayê re ji nivîsgeha vîzeyan a li Qamişloyê tên wergirtin.

     

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Kurdistanê: Em biryara Dadgeha Federal a Iraqê qebûl dikin
    Rosneftê 1.3 mîlyar dolar pereyê petrolê da Herêma Kurdistanê
    McGurkî helwesta xwe ji bo daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir
    Ji bo DYA piştgiriya xwe ya Kurdistanê bibire, çi ji Bexdayê stend?
    Ebadî: Ez pêşwaziyê li daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê dikim
    ‘Li Kurdistanê serhildanek nemaye ku tevlî nebûye'
    Serokê AKPeyî: Wê têkiliyên Tirkiyeyê bi Kurdistanê re baş bibin
    Etîketan:
    Baz Ehmed, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de